أخبار عاجلة

Firişteyek: Bawerê Omerî

Share Button

Firişteyek

Rojek ji rojên sala 1936 a ye, xweza careke din jîngeh li gundekî ji gundên Kurdistanê ji nû ve vedijand.
Firişteyek û mirovperwerek û dilsozek nû çavên xwe li gundê Qeremanê (Qehremanê) vedikir. Navê wî “Ebdulhemîd” (Hemîd) bû.
Di destpêka jiyana xwe de dikeve nav alozî û kêşeyên jiyanê de, yên ku bi serê miletê wî û pêkhatiyên din de hatibûn.
Ji lewra ew bi dûrbînî diket nav pêlên wê deryaya bê binî de.
Pirensîpên pêşî di jiyana wî de, mirovatî û kurdayetî û parastina mafên miletê wî û hemû pêkhatiyên Kurdistanê û Sûriyeyê û rojhilata navîn bûn.
Ji bo hemû kêşe û nelihevhatinên, ku di nav welatê wî de hebûn, timî bi hêz û ezmûn û pirensîpên xwe li çareseriyên guncaw digeriya.
Destpakî û merdbûn û hezkirina wî ji xak û civak û mirovatiyê re, alîkarbûn di hesanîkirina ustûbar û helwestên wî de.
Ew mirovperwer û tekoşerê dilfire, dûrî çavnebarbûnê, rêka “Aştiyê”, ya ku di cîhanê de herî dijwar bû, di karê rêzanî û rêxistinî de helbijartibû.
Ji ber wê yekê jî “Bavê Axtî” yê cegersoz û dilawer û welatparêz, bibû serbenda ewleyiyê ji bo hemû pêkhatiyan, herweha berevan û pîrmend û şarezayê rêzaniya Kurd bû di Kurdistan û Sûriyeyê de.
Pirtir ji şêst salî “Mamoste Hemîd” bi serbilindî xebat û bandora xwe di dîroka Kurdistanê û Sûriyeyê û rojhilata navîn de bi tîpên zêrîn mor kiriye.
Di roja pêncşemê 24.10 2019 a de xweza careke din
rûyê xwe diguhert û jîngeh jî pêre dikete demsal û qûnaxên nû de- û li bajarekî ji bajarên Kurdsiatanê (Qamişlê) giyanê wî firişiteyî ji vê jiyana pir zor û aloz e, dikşand nav dilê xwe, da ku hêz û yasaya xwe bi ademîzad û hemû aferîdeyan bide naskirin.
Bawere-Omeri@hotmail.com
29.10.2019z – 2631k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

آلان حسن: عفرين.. المبتدأ والخبر

عامان على العملية العسكرية التي شنها الجيش التركي بمساندة الفصائل السورية التابعة له، والتي بدأت ...