أخبار عاجلة

DIYAB DÊRIK : DIBISTANA TE BERDEWAM E MAMOSTE

Share Button

Di demjimêr 2ê berdestê sibê roja pêncşemê ya 24/10/2019 z dilê mamoste HEMÎDÊ HECÎ DERWÊŞ rawestî, ew dilê mezin û fireh ku têra gelê Kurd û hemî pêkhateyên herêmê dikir bi hêvî û xemên xwe ve, belê mamoste barkir piştî jiyaneke dirêj ji kar û xebata rasteqîn û berdewam di ber pirsa kurdî û kurdistanî û sûrî de, di ber pirsa dîmoqratîsm û pêşketin û biratiya gelan de.
Erê mamoste te bi bêdengî pişta xwe da me û te barkir bi xem û kulên xwe ve û tu nemayî li bendî pêkanîna hêvî û armancên xwe yên ku bi roj û şev te li ser kar dikir, te dilê herkesî ji malbat û heval û dostên xwe êşand bi koça xwe.
Mamoste te her kes û ji hemî netew û ol û pêkhateyan fêrî hezkirin û rêzgirtin welatparêziyê kir û te herdem dikarî hemî aliyên siyasî û civakî û olî û nijadî li ba xwe bicivînî bi xweşî û biratî, lewma di oxirkirina te de jî ew hemî kombûn û soz dane te ku wefadarê niyaz û daxwazên te bin.
Erê mamoste ji roja ku te yekemîn partiya kurdî damezirandî te taybetmendiya pirsa kurdî li Sûryê danî ber çavên xwe û te dît ku ev pirs pirseke niştîmanî sûrî ye û divê li paytextê Şamê were çareserkirin bi riyên aştiyane û siyasî, ne ku bi tundî û şer an jî bi silogan û dirûşmên qelew û derew, lewma te herdem helwest û destpêşxeriyên hişmend û rast dikirin jibo parastina gelê xwe û dûrxistina metirsî û gefan li ser civakê bi giştî, û mînak gelek in li ser helwest û karên te di dirêjayiya tekoşîn û xebata te de , weke ku D.Ferîd Sedûn jî di gotara xwe de anî ziman ku ; piştî ku min mamoste Hemîd naskir min zanî ku ew kesayetiyekî rast û durust e bi xwe re û heger tevgera kurdî li Sûryê ji despêkê ve pêre alîkar ba ewê rewşa kurdên sûrî cida ba ji niha û gelekî li pêş ba.
Mamoste te dibistanek avakir ji kar û xebatê li ser bingehên welatparêzî û rastiyê stûnên wê ji destpakî û çavpakî û dilpakiyê, ku di têde pirsa kurdî û sûrî çareser dibe û jiyana hevbeş û birûmet û serfiraz ji hemî hevwelatiyan re misoger dike.
Mamoste şagirtên te ji mezin heta kiçik sozê didin te ku dibistana te ya Pêşverû lidar bimîne û wê riya te berdewam bikin û hêviyên te pêkbînin.
Tu dil û mejiyê me de dijî û tiwê her bimînî Mamoste Hemîd.

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور كتاب ” أيديولوجيا الإبادة العرقية في الشرق الأوسط ” لـ دلشاد مراد

صدرت الطبعة الرسمية لكتاب “أيديولوجيا الإبادة العرقية في الشرق الأوسط” للكاتب دلشاد مراد في مناطق ...