أخبار عاجلة

Bawerê Omerî: ji çîrokên pir kurt û dirêj

Share Button

 Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebû yekî Kurd û yekî Ereb û yekî Suriyanî û yekî durzî û yekî Elewî.
Rojekê li ser qiraxa çemekî biçûk û nizim li hev civiyabûn – û gengeşiyek li ser babeteke germ dikirin.
Babeta wan jî li ser kirîna çekan bû, ya ku rejîma Sûriyeyê ji dewletan dikirî û li dora gund û bajaran bi cih dikir.
Ê Kurd li wan her çaran guhdarî dikir.
Ê Ereb digot:”Em van çekana dikirin, ji bo em li dijî dijminên xwe yên dîrokî bi kar bînin û berevaniyê li netewa erebî û dewletên Misilman bikin- û yekî Isra,îlî li ser zemînê nehêlin.”
Ê Suriyanî digot:” Çêna be dewleta me û dewletên din yên erebî bê çek û lawez bimînin, ji ber ku hawirdorê me dijmin in- û yê pêşî Isra,îl e, gerek e em dewletên Ereban bikin yek dewlet.”
Ê Durzî digot:” Çêna be em bê çek bimînin, ji ber ku hestiyarike mezin li ser me û dewleta me heye.”
Ê Elewî digot:”Gerek e, em xwe bi hêz bikin- û em piştgiriya berxwedana Filestîniyan bikin, û em nehêlin desthilatdarî têkeve destêd partiyên Mislimanan de.”
Piştî hemiyan nerînên xwe gotin, dawî ê Kurd nerîna xwe ji wan re got:”Ê min, ez dibînim, ku kirîn û pirbûna van çekan ti sûde jê tuneye. Li şûna kirîna van
çekan, desthiladriya Sûriyeyê dikare dibistan û nexweşxane û pir û rêkên hatûçûnê ava bike, û hevwelatiyên xwe têr nan û kinc bike, ji ber ku sînorê Sûriyeyê asê ne, supah niha ti şerî nake, ango dem dema avakirinê ye, ne dema kirîna çeka ye.”
Çawa ê Kurd nerîna xwe bi zelalî got, her çaran pevre lê vegrandin û gotin:” Ji xwe hûn Kurd naxwazin dewleta me bi hêz bibe, ji bo rojekê delîvek ji we re were û hûn Isra,îla dudiwan (Kurdistan) li bakurê Sûriyeyê û Iraqê damezirînin.”
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Bawere-Omeri@hotmail.com
16.11.2019z – 2631k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

آلان حسن : روسيا تتوسّع في سوريا من بوابة ” نبع السلام “

كثيرةٌ هي القِوى التي ساهمت في إبقاء أتون الحرب السورية مشتعلاً منذ اندلاعها مطلع 2011 ...