أخبار عاجلة

Bawerê Omerî: Dewletên bi bandor û çarenûsa miletan

Share Button

Weke dîrokê şanî me daye, ku pirtir ji sed û heyştê dewletên nûjen di destpêka sedsala bîstan de ji encama pilan û pirojeyên dewleta birîtaniya û firensayê û hin dewletên din hatine damezirandin, paşê ji her dewletekê re sîstemeke taybet ya desthilatdariyê danîne, û ta roja îro jî ev herdu dewlet û hevalbendên wan ango:”Elmaniya, Siwêsra û Isra,îl” xwediyê van dewleta ne.
Hêjayî gotinê ye, ku desthilatadariya dewletên yekbûyî yên Emerîka û dewletên yekîtiya soviyata berê û urûsa niha jî bi destêt Birîtaniyan û Firensa û hevalbendên wan hatine damezirandin, ji xwe avekirina leşkergehên pir bi hêz “Hevbendî û leşkergeha Nato û ya Warso ya sosyalizmê” jî van dewletan ava kirine.
Van her pênc dewletan bi xwe “civata ewlehî ya navdewletî û dezgeha miletên yekbûyî UN” damezirandine, ji lewra biryarên van herdu dezgehên nevdewletî di destêt van her pênc dewleta de ne.
Di roja îro de mîna sedsala bûrî, ev her pênc dewlet ango: “Birîtaniya, Firensa, Elmaniya, Siwêsra û Isra,îl” li hemû cîhanê desthilatdariyê dikin.
Piroje û hêz û pilanên abûrî, rêzanî, pîşesazî, leşkerî, olî û civakî li hemû cîhanê di destêt wan de ne, herweha ew in, yên ku şer û aştiyê li cîhanê radighînin û bidawî jî tînin.
Ev her pênc dewlet timî nexşeya pilan û pirojeyên sedsalî ji cîhanê re datînin, di nav de demên şer û qirkirinê hene, herweha demên lihevhatin û aştiyê jî hene.
Ev demeke ne dûr e, ku beşek ji hevwelatî û berpirsên dewleta birîtaniya dixwazin ji yekîtiya Ewropayê derkevin, ev jî nîşana wê yekê ye, ku ev dewlet dixwaze mîna berî heftê salî şerekî nû li Ewropayê derxîne, û ji
bo ew xwe neke beşek ji wî şerî dixwaze ji niha ve xwe dûrî vî şerê nû bike.
Gelek milet di nav pilan û pirojeyên van her pênc dewletan de dibin xwedî dewlet û desthilat, û gelekên din jî bê dewlet û desthilat dimînin, mîna “miletê kurd.”
Sînor û têlên bidurî û mayînkirî û dîwaran di nav xaka yek miletî de datînin û ava dikin.
Van dewletan xwe ji miletan re kirine mîna “Xwedê” çi bixwazin di vê cîhanê de dikarin pêk werînin, ji cem xwe sizayan didin dewlet û miletan, dikarin di havînî de heya bi berf û baranê ji ezmana bibarînin, ji ber ku alavên teknîkî û zorê yên wan guhertinan di destêt wan de hene, herweha dikarin sîstemên dîmoqrat û yên koletî û diktatoriyetê jî ji dewlet û miletan re deynin.
Helbet wan bi zanebûn û zora xwe ew alav xistine destêt xwe de.
Di sedsala bûrî de van her pênc dewletan bi hêz û leşker û supahên xwe rêbertiya şeran li cihên dûr û nêzîk di cîhanê de dikirin. Lê di destpêka sedsala bîst û yekan de wan xwe dûrî kêşe û aloziyên nav dewlet û miletan dikirin, xwe diparastin û nedixwestin ziyanên mezin bighînin hevwelatiyên xwe.
Ji lewra dema bixwestana şerekî bi dewletekê re bikin, wan du dewletên bi hêz, yên ku wan bi xwe damezirandine “dewletên yekbûyî yên Emerîka û dewleta Urûs” dişandin nav wî şerî, ji ber ku pirên supah û leşkerên van herdu dewletan ne zarokên dewlemenda ne, gelek ji leşkerê wan hîn bê nasname ne, ango, ji miletên din in, ji qata herî nizm in, reben û perîşan û birçî û penaber in, ew di rastiyê de ne xwediyê desthilatê ne di van herdu dewletan de, gelek di nav supahên wan de bênasname di şeran de têne kuştin, ya jî dimrin, ji ber vê yekê jî şandina wan bo şer û kuştin û qirkirinê li cihên dûr, ji van her pênc dewletan re, ne pir xem û giring e.
Niha di şerê navxweyî de yê li Sûriyeyê heye, gelek dewlet û rêxistin û çeteyên gefdar û tundrew ji hemû cîhanê derbasî nav vî şerî bûne, di nav wan de jî “dewletên yekbûyî yên Emerîka û Urûs.” Ji ber ku li cîhanê mîna “du polîsa” ne, û rêberên wan jî ev her “pênc dewlet” in, bi fermana wan hatina qada şer li Sûriyeyê û Kurdistana başûrê rojava.
Li vir gerek e, mirov ji xwe bipirse, gelo çima van herdu dewletan bi derbasbûna xwe di nav xaka Sûriyeyê û Kurdistanê de nirxên xwe weha nizm kirine û xwe xistin astê rêxistin û grûpên çekdar û tundrew û nandoz de?
Bi nerîna min, ev herdu dewlet li ser daxwaza wan her pênc dewletan hatine, bi armanca, ku pêşî “dewleta Isra,îl” û bi dû de jî “rejîma Sûriyê” û “Tirkiyê” û “Eyranê” ji herifandinê biparêzin.
Di dema, ku wan karîbûn ji dûr ve jî bi alîkariya hêzên welatparêz û dîmoqrat bandore xwe li ser guhertinan di Sûriyeyê de bikin.
Heger bi rastî dewletên yekbûyî yên Emerîka û Urûs
serbixwebana û rêz li xwe bigirtana û xwediyê biryara xwe bana, ew derbasî nav vî şerî nedibûn, ji ber ku ev kêşe û qeyrana li Sûriyeyê û Kurdistana başûrê rojava ti ziyan û bandorê li ewlehiya wan nake, belkî li ewlehiya hevalbendên wan di herêmê de dikin, û ji sedî sed wê ev ya rast be, û hemû kes vê rastiyê jî dizanin, ku xaknîgariya Sûriyeyê ji wan pir dûr e- û guleyên tank û top û tifingan naghêje sînorê herduyan.
Ew tenê bi fermana van her pênc dewletan, hêzên xwe ji dewletekê dibin dewleteke din.
Mirovatî, peyman û parastina giyanê kesan û miletan û jîngehê li cem van herdu dewletan bê nirx e, ev her “pênc dewlet” wan tenê ji bo parastina hevalbendên xwe û ava şîrîn, betrol, gaz û dahatiyên din yên van welatan bi kar tînin.
Ev herdu dewletên mîna “du polîsên bi rext û çek” herin kîjan welatî heger wêran nekin, nema jê wir derdikevin, nexasim, ku ew welat dewlemend be.
Miletên pişta xwe bi wan girê bidin, ew wunda dibin.
Di vê derbarê de mînak jî pir in.
Tevî ku serûk û parleman û rejîm û dezgehên wan yên din jî hene, lê, ku her pênc dewlet fermana derketina wan ji wan weletan bidin, wê ne wek xwe ji wir derkevin., ev jî nîşana wê yekê ye, ku biryara wan ne di destêt wan de ye.
Mirov matmayî dimîne, dema ev herdu dewletên mezin û bi hêz xwe dixin aliyekî terazûyê li hember dewleteke
biçûk û rêxisitineke gefdar û tundrew mîna,” Grûpên biraderên Misilmanan û Cebhet Elnusra, dewleta islamî (IS)…..”
Ji vê wekhevbûnê, mirov dighêje encamekê, ku dewletên ev rêxistin damezirandine û di rêka hevalbendên xwe re şandine nav xaka Sûriyeyê û Kurdistana başûrê rojava, eynî ew in, yên ku hêzên emerîkî û rûsî şandine wir.
Di dawiyê de dixwazim bibêjim, ku miletên bixwazin xwe biparêsin û kêşeyên xwe di rêkekê ji rêkan çareser bikin, û mafê çarenûsiya xwe bidest bixin, pêwist e, pêşî xwe bi hêz bikin- û xwe ji bo desthilatê amade bikin.
Paşê bela dozê li xwediyê biryaran di cîhanê de bikin, yên ku di guhertina sîstem û destûr û yasayên dewletan de xwedî rolên mezin in, ango doza mafên xwe li her pênc dewletên bi bandore in ”Birîtaniya, Firensa, Elmaniya, Siwêsra û Isra,îlê” bikin.
Bawere-Omeri@hotmail.com
03.12.2019z – 2631k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

آلان حسن : روسيا تتوسّع في سوريا من بوابة ” نبع السلام “

كثيرةٌ هي القِوى التي ساهمت في إبقاء أتون الحرب السورية مشتعلاً منذ اندلاعها مطلع 2011 ...