أخبار عاجلة

Rê û rismê Çilrojiya Nemir Hemîd Hac Derwîş li Almaniya

Share Button

Di 08.12.2019 li bajarê Dortmund li Almaniya çilrojiya koça dawî ya nemir Hemîd Hac Derwîş sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriya bi Amadebûnek berfireh ji rêxistinên Kurd û Kurdistanî yên siyasî, rêxistinên Aşorî û êzîdiyan , komelên civakî û rewşenbîrî, honermend,  ronakbîr,  rewşenbîr,  nivîskar,  dost û havalên gelê me.

Rê û rism bi xolek bê deng ji bo Nemir Hemîd Hac Derwîş û pakrewanên tevgera rêzgarîxwaz a Kurd û sirûda Netewî Kurd destpêkir.

Di çilrojiyê de gelek axaftin û gotin ji aliyê van kesayetên jirîn ve hatin Pêşkêşkirin:

  • Birêz Birûsk Necar bi navê komîta navendî û rêveberiya Pêşverû li Ewropa.
  • Birêz Mîdas Azîzî bi navê hevdîtina Nîştimanî ya Demokrat.
  • Birêz Îdo Behnan bi navê Rêkxerawa Aşorî ya Demokrat.
  • Birêz Ahmed Aktaş bi navê Kongirê Nîştimanî Kurdistan KNK.
  • Birêz Dêrsim Alî bi navê partiya Yekîtî ya Demokrat PYD.
  • Birêz Ebdulrehman Xelef Biro bi nave partiya Yekîtî ya Kurdistan li Sûriya.
  • Birêz Nafih Bîro bi navê partiya Demokrat a Kurdistanî- Sûriya.
  • Birêz Goman Husein bi navê partiya Demokrat a Kurd Li Sûriya (Al Partî).
  • Gotina Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya ( Al Partî).
  • Birêz Feremez Xerîbo bi navê Yekîtiya Êzîdiyan li Sûriya.
  • Honermendê Kurd ê gewre birêz Şivan Perwer.
  • Birêz Mohemed Derwîş bi navê Malbata Nemir Hemîd Hac Derwîş.
  • Nameyek ji Honermendê Kurd ê qedir buha birêz Xelîl Xemgîn.
  • Nameyek ji Honermendê Kurd ê qedir buha birêz Hekîm Sefqan.
  • Nameyek ji rêxistina pêşverû li Beljîka.
  • Nameyek ji rêveberiya Ewropa ya partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriya.
  • Birûskek ji birêz Rêzan Şêxmûs – Partiya Şepêla Pêşerojê.
  • Nameyek ji birêz Lezgîn Aydogmus – Partiya Sosialist a Kurdistanê PSK
  • Nameyek ji birêz Qes Jozêf Îliya.
  • Birûskek ji birêz Xelîlê Sor.

Her wesa di Çilrojiyê de kurte vedioyek li ser Nemir  Hamîd Hac Derîş hat pêşkêşkirin.Û  li stranek xemgîn ya Hejar Elanê hat guhdarkirin.

Hêjaya gotinêye ku hevalê me Mustefa Tewfîq ( Bawerê Omerî) û hevala me Rafîda Seyêd Mehmûd rêveberiya sehnê kirin.

Di dawiya vê rapotê de em du hevokan ji axaftina honermendê Kurd yê mezin û gewre di rê û rismê çilrojiyê de tînin ziman:“ Miletê Kurd li her hêlê de gerek xwe bide hev, daxwaziya Mamoste Hamîd Hac Derwîş jî ev bo”.  Her weha got: “Heger hûn dixwazin Hemîd Hac Derwîş ji bîr nekin, hûnê doza wî berdewam bikin.”

Di dawiyê de rêxistina Almaniya û rêveberiya Ewropa ya Partiya me supasiya hemû amadebûyên rê û rismê çilrojiya Nemirê Kurd Hamîd Hac Derwîş dikin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêxistina Almaniya ya partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd Li Sûriya

08.12.2019

 

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

لوند محمد : يجب ان نسارع آلة الزمن

واضح اننا ما زلنا نسير في نفق مظلم وطويل ونخاف ان نخسر هذه الجولة ايضا” ...