أخبار عاجلة

Gotina heval Elî Şemdîn di Rê û rismê Çilrojiya Mamoste Hemîd Hac Derwîş li Silêmaniyê

Share Button

Xwîşk û birayên hêja..

Dost û hevalên xebatker..

Mêvanên bi rûmet..

Hûn tev bi xêr hatine:

Bi navê Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, em bixêrhatina we dikin, ku îro hûn bi mere beşdarî van merasîman dibin, merasîmên çilrojiya xebatkerê mezin û bi navûdeng, mamoste Ebdul Hemîd Derwîş, ku di (24.10.2019)`an de, li bajarê Qamişlo, koça dawî kiriye.

Bê goman, mirin bi wekhevî û yeksanî li ser mirovam dabeş di be, lê hin kes di dîrokê de hene, çendî dirêj di jiyanê de bijîn jî, lê mirina wan her zûye, û bi çûna xwe valhiyeke yekcar kur û bê binî di nav miletê xwe de di hêlin, û bi hesanî ew valahî nayête dagirtin, lewma jî mirina kesekî wek mamoste Ebdul Hemîd Derwîş, di vê dema giring û hestiyar de, birîneke kûr û dijware, çi li ser astê kurdî û kurdistanî, ku jiyana xwe hemî terxan kiribû ji bo azadiya miletê xwe û çareser kirina doza wî ya rewa li seranserî kuesistan.. yan jî li ser astê niştimanî, ku xebeteke aştiyane û siyaseteke miyanrew bi rêve dibir ji bû avakirina sûriyaeke demoqrat û sîkolar û fireh netew û ne nawendî, ku mafê miletê kurd yên destûrî têde parastî be, yekemîn nûnerê kurd bû li Cinêva-2, û li wir got: Bawernakim ku bazirganên şer yên di nav rêzên opisyonê û ceneralên şer yên di nav dezgehên rêjîmê de, bi xwazin ev şer rawestê, û her wa jî bû..

Naxwazim dirêj li ser jiyana hevalê Hemîd bi axivim, ji ber ku we jî ew ji nêzîk ve baş nas di kir, Ew di (1936)`an de, li navçeya Derbêsiyê hatiye dunyayê, di sala 1956`an de, yek ji çalaktirîn damezrênerê yekemîn pariya siyasî kurdî bû li sûriya, û yek ji wan niştiman perwerên bi nav û deng bû li ser astê tevgera siyasî sûrî bi giştî, ku di (1990-1994)`an bi helbijartin bûye nûnerê kurd li perlmana sûrî, û di (2004)`an de roleke serekî lîstiye ji bo avakirina yekemîn çarçewa niştimanî bi navê (Daxwiyaniya Şam), ku ji hemî pêkhateyên sûrî pêk hatibû, û ew bixwe jî hatibû helbijartin wek cîgirê serokê wê çarçewê, her wiha yek ji wan têkoşeran bû ku şûna pencê wan diyar bû di xebata tevgera kurdistanî de, bi taybet di şoreşa Êlûnê 1961 , û şoreşa nû 1976 ` an de, li kurdistana başûr, û pêwendiyên wî bi hemî aliyên kurdistanî re bi xurtî hebûn, nexasim li gel mele Mistefa berzanî û li gel Mam Celal û Diktor Qasimlo.. Her wiha di damezirandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan de jî roleke wî ya berbiçav hebû, û xwe didît yek ji desteya damezrêner ya vê partiyê, lewma jî gelekî nîgeran bû li ser pêşeroja vê partiyê, û bi germî çaverêyî bestina kongirê çarem bû.

Xebatkerekî mêrxas bû di ruyê zulim û zorê de, xweragir bû di hebs û zîndanên sûrî de, siyasetmedarekî miyanrew bû di nerîn û helwîstên xwe de, rastgo û ne dirû bû, gelekî aktîv û çalak bû di xebata xwede, dûr bû ji silogan û diruşmên beloq û berîqedar, nerînên xwe bi eşkere digotin û qet ji irhaba fikrî ne ditirsa, dûr bû ji tûnd û tîjiyê, wefadar bû li gele dost û hevalên xwe, di giftû goyan de hêmen û nerim bû, lê bi mêranî bergirî di ber dîtin û nerînên xwe de di kir, gelekî siyasetmedarekî dûrbîn û têgihiştî bû, vekirî bû li ser pêkhateyên din û bawer bû bi pêkvejiyanê li gel wan..Pabend bû bi taybetmendiya xebat tevgera siyasî kurdî li sûriya, û parastina yekrêzî û yek dengiya wê, serbixwe bû di biryara xwe ya siyasî de, bazirganî bi pêşeroja miletê xwe ne dikir, bê tirs li hemî dergehan dixist ji bo çareser kirina pirsa kurd, bi kêmtirîn qurbanî ..

Evan helwîst û kiriyaran karêzmake geş ji bo wî dirust kir di nav miletê de, û bandoreke mezin û bi hêz di nav tevgera siyasî de jêre ava kir, ku êdî zor bi hêsanî derbasî dilê miletê xwe bibe, û bibe ciyê hêviyên wî, her wiha bibe yek ji geştirîn simbolên xebat tevgera kurdî li sûriya.

Yê me jî, hevalên Hemîd Derwîş, em bi xebata wî gelekî serberz û serfirazin, û soz didin bi yekdengî li ser rêbaza wî her berdewam bin, û bê dudilî xebat bikin ji bo wan armanc û hêviyên wî.

Ji mirinê qet ne ditirsa, lê mixabi cara dawî ku hate Silêmaniyê, gelekî basa mirinê dikir, û di got: Elî ev şarê ciwan bêyî mam celal xweş nemaye, û êdî nema tême vir.
Sipas ji bo beşdariya we, serê we û serê miletê me sax bê..
Silêmanî 30.11.2019
Elî Şemdîm
Endamê Mekteba Siyas
û Nûnerê hizb li Herêmî Kurdistan

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

آلان حسن: بوتين في دمشق… لسوريا ما بعد “سليماني”

أن يزور الرئيس الروسي فلاديمير بوتين دمشق، ويلتقي نظيره السوري بشار الأسد، في هذا التوقيت ...