أخبار عاجلة

Bawerê Omerî: Roja ala kurdî

Share Button

Her miletek di cîhanê de xwedî dîrokeke taybet e, bi çand û kelepûr û zimanên xwe wêneyeke pir reng didin xak û welatê xwe, ew bi sîmbol û direfş û navûnîşanan xwe di nav miletan de didin naskirin.

Miletê Kurd jî yek ji wan mileta ye, yê ku bi direfş û ala xwe ji hezarên salan ve di cîhanê de hatiye naskirin.

Ev jî berhemên xwezaya Kurdistanê ya pir bedew û rengîn e,

Di dîroka kurdî de ya berî ji dayikbûna Isayê pêxember, navûnîşanên wan di rêya tîtalkirina olî de mirov didît, wek: Ezman, roj, rengê sipî, rengê sor û rengê kesk.

Bi demê re hêdî hêdî ew nîşan dibûn beşek ji çand û kelepûra kurdî yên pîroz, û li ser avahiyên dewlet û mîrgeh û şahinşahiyên kurdî û bi destêt şoreşgerên Kurdsiatanê dihate hildan.

Ji lewra Kurdan ji demên kevn de “ala” xwe ji wan tîtalên olî û xwezayê afirandine û “ala kurdî ya rengîn” ji xwe re kirin nîşan û direfş.

Helbet ew “al” di gelek çerx û qûnaxan de derbas bibû, heya ku gişte vê sedsala bîst û yekê.

Gelek ji helbestvan û rewşenbîr û û rêzanvanên Kurdan ev “ala kurdî” pesin dane, hemû jî li ser rengên wê yên

bingehîn rawestiyane, ew jî ev in:” Ala kurdî ji jor ber bi jêr ve, ser hev: Sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.

Di nav miletê kurd de “ala kurdî” direfşek pir pîroz e, Kurd di hemû cejn û şahiyên kurdî de û bi taybet di “cejna Nûrozê” de vê alê ber bi eznman ve bilind dikin, û ji bo hildana wê li ser gund û bajar û çiyayên Kurdistanê bi deh hezaran keç û xortên Kurdan canê xwe kirine qurban û bûne pakrewanên wê û xaka Kurdistanê.

Her çendî, ku hildana “ala kurdî” di gelek perçeyên Kurdistanê de qedexeye jî, û rejîma tirk, îran, iraq, sûriyê, ermenistanê û ezerbeycanê wê napejirînin û hebûna wê didin mandelê, malbatên Kurdan li kîjan deverê bin çi bi eşkere û çi bi dizî wê di malên xwe de bi dîwarên malê ve dadliqînin.

Ji lewra ev al mîna zimanê kurdî bûye nasnameya gelê kurd li Kurdistanê û cîhanê, û bi rengên wê neteweya gelê kurd têt naskirin.

Bawere-Omeri@hotmail.com

17.12.2019z – 2631k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

نص حوار الدكتور أحمد بركات مع فضائية RUDAW 

  نظمت فضائية RUDAW بتاريح 14 – 1 – 2020 ندوة حوارية حول آفاق الحوار ...