Birûska pîrozbahiyê bi boneya li darxistina kongirê (4) an yê YNK

Share Button

Birûska pîrozbahiyê bi boneya li darxistina
kongirê (4)`an yê (YNK)
Berêz komîta amadekar ya kongirê (4)`an, yê (YNK)..
Xwîşk û birayên xebatker..
Silav û rêz:
Bi boneya li darxistina kongirê (4)`an, yê partiya we ya bira (Yekîtî Niştimanî Kurdistan), bi dilgermî mekteba siyasî ya partiya me (Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), bi navê xwe û navê serkirde û kadir û hemî dost hevalên xwe we pîroz dike, û hêviya serkeftinê ji kongirê we re di xwaze, û her wiha hêvî dike ku ev kongir bi biriyar û pêşniyarên dîrokî derkeve, ku karbin wê valahiyê mezin dagirin ku mam Celel biçûna xwe li şûn xwe hiştiye, û hemî hêza vê partiyê aktîv bikin, û dezgehên wî çalak bikin, û derî vekin li ber kadirên xort û gênc ku di pêşerojê de rola xwe ya pêwîst bi lîzin mil bi milê kadirên kevin, ku bi hevre partiya şehîdan, partiya mam Celal bi hemi hêza xwe ve vegerînin gorepana siyasî, ev partiya ku jimareke mezin û asêye li ser hemi astê xebatê, astî Kurdistanî û Niştimanî û Navçeyî û Navdewletî..
Xwîşk û birayê hêja:
Em baş têdigihin ew valahî çendî kûre ku mam Celal li şûna xwe hiştiye bi koça xwe ya dawî di vê rewşa tirsnak û hestiyar de ku navçe bi tevayî û Kurdistan bi taybet têre derbas dibe, lê belê wisa jî têdigihin ku ewî qutabxaneyeke xebatê bi navûdeng li şûn xwe hiştiye, ku bi hezaran kadirên têgihiştî û bi ezmûn ji derçûne, û rêbazeke siyasî rasteqîne ku giringî û rastiya wê di ezmûnê de li ser astê Netewî û Niştimanî hatiye taqîkirin, yê me jî em bawerin ku hûn di karin bi erk û pirsiyaretiyên xwe yên dîrokî rabin, û karwanê xebatê li ser rêbaza serok mam Celal berdewam bikin û bi rêve bibin, û wan destkeftiyên netewî bi parêzin ku bi xwîna şehîdên Yekîtî Niştimanî Kurdistanî û xwîna şehîdên tevgera siyasî kurdistanî pêkhatine, û destkeftiyên mayî jî bi destbixin, mîna madeya destûrî ya (140)..
Endamên kongir yên berêz:
Di dema ku em hêviyên xwe dûbare dikin bi serkeftina kongirê we yê (4)`an, û encamdana biriyarên giring û layiqê rola (YNK)`be, li ser hemî astan, nexasim astê netewî, em çaveryî xwirtkirina pêwendiyên diqolî dikin di navbera herdû partiyên me yên bira de, û wefadarbin ji wan pêwendiyên dîrokî ku herdû rêberên koçkirî (Mam Celal) û (Kak Hemîd Derwîş), avkiribûn di seranserê (50) salê çûyî de, ku berdawam bûbûn bê dabiran li ser bingeha tevkarî û xebata netewî ya hevbeş, û rêzgirtin ji taybetmendiyên her aliyekî û serxwebûna biriyara wan ya siyasî, di xizmeta pirsa miletê me yê kurdî de, û pêkanîna yek dengî û yek rêziya wî di beramberî dujminê wî de..

Qamişlo 19.12.2019

Mekteba Siyasî ya
Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

Sedîq Mella: Kurte çîrok: LI HER GUNDEKÎ MALEKE XWE AVAKE

Tê gotin: Kalekî rih sipî yê temen dirêj nexweş ket û bû yê nav nivînê ...