SALAR REŞÎD:  Rojeva me Kurdan li Sûriyê

Share Button

Piştî bûyrên Azar a 2011 partiyên tevgera kurd li sûriyê hev civiyan di bin navê partiyên tevgera kurd  ، Û paşê Encûmen a kurd damezirandin  ، Lê belê (p.y.d) e jî Encûmenek bi navê Encûmenê rojavayê kurdistanê ragihand ، Piştî got û bêjan
Herdû encûmen kokbûn ku desteya bilind a kurd damezerînin .
Pêkanîna vê desteyê pirojek erênî bû û gelê kurd pir pê kêfxweş bû . Û  hemû dostên gelê  kurd weha pê dilxweş bûn . û
ev yek Bû cihê nerazîbûna dijminê gelê kurd .
Ser vê yekê tevgera kurd bi çalakî  xwe dida nasîn  û amede dibû  li pêşberî hemû bûyeran .
tevger a kurd bû Nimûnek  taybet  sebaret  rikberiya sûriyê .
Ew rikberiya ku hatî dizîn ji layê şofîniyan ve .
Beşdarbûna kurdan di wê demê de tund bû  bi hêz bû .
Piştî tevlîhevbûnê û dirêjbûna kirîza sûriyê nakokî diyar bûn  ji layê kurdistanî ve û bi beramberî  nakokî ên ji layê dewletên hawîrdor ve .
Aliyên kurdî li sûriyê hatin dabeşkirin ta asta dijminatiyê .
Tevgera kurd şûnde çû û hate jibîrkirin
Ta ku li kongirê cinêv a (3) an de tekezî navê kurd hate rêşkirin ji belgeyên wan .
Îro û piştî guhertinên diramatîkî  ji helwestên siyasî yên dewletên xwedî hêz hiştin ku gelê kurd rastî hêzên tundrew û tîror were .
Taybet bû armanca rijêma turk a faşist  a ku dixwest kurda tune bikin . Dagirkirina Efrînê nimûnek bû û îro dagirkirina serê kaniyê û girê spî ye li ber çavê cihanê .
Kurdan derfet weke hercar windakirin ji sedema nakokiyên tolhilanî  û dûrê hevrikiya siyasî destpakî .
Hemû berpirsin pêşiya dîrokê ev bobelata han ji layê  dagirkeran ve  gefa didin  me ku me ji kokê rakin.
Ger em hemû nebin yek  di keştiyê de bi giştî em noqdibin .

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

صديق ملا: السيادة وما أدراك ما السيادة

أردوغان العثماني القزم وفي خطابه عن تحويل رمز ٍ من رموز الثراث العالمي وأحد أشهر ...