أخبار عاجلة

Lewend Mihemed: Bi helkefte cîhanî bi roja navdewletî ya zimanê dayikê

Share Button

Ez Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne ji we re diyar bikim

Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne . Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdan xetên aramî, suryanî û grekî jî bi kar anîne. Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:

1-Nivîsa mixî : Medan şeş (6) tîpên din jî bi ser ve kirine û hejmara tîpên vê alfabeyê ji sî û şeşan (36) derxisitine çil û duduyan /42/ . Ev alfabe ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsandin

2-Alfabeya Avesta: Ev alfabe ji çil û çar (44) tîpan pêk tê û ji hêla rastê ber bi hêla çepê ve tê nivîsandin. Hin çavkanî destnîşan dikin ku, çil û heşt (48) tîpên alfabeya Avesta hene

3-Alfabeya Aramî: Belgeyên herî kevn ên kurdî bi vê alfabeyê hatine nivîsandin, ev belge li şikeftên herêma Hewremanê hatine dîtin. Her wiha tê gotin ku nivîsarên Kurdî bêhtir bi vê alfabeyê ne. Belgeyên hatine dîtin, ku nivîs li ser çermê xezalan e, ji nav wan ên herî kevn ji salên 88-87 ên beriya zayînê ne.

4-Alfabeya Berê ya Pehlewî. Bi vê alfabeyê, bi navê ‘Dînkerd’ pirtûkek bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin.

5-Alfabeya Masî Soratî: Dîrokzanê Ereb Ibn Wehşiye, di pirtûka xwe ya ku di sala /855/’ê zayînî de qedandiye, dibêje kurdan ev alfabe (Masî Soratî) bi kar aniye û sê (3) berhemên ku bi vê alfabeyê hatine nivîsandin jî dîtine. Ev alfabe sî û şeş (36) tîp bûne, lê kurdan şeş
tîpên din jî lê zêde kirine

6-Alfabeya ku Kurdên êzîdî bi kar tînin: Bi sedan sal e ev alfabe ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn û ji sî û yek (31) tîpan pêk tê. Ji milê rastê ber bi milê çepê ve tê nivîsandin. Hinek kes ji vê alfabeyê re ‘Alfabeya Sirê’ (ango Huruful el Sır) jî dibêjin. Pirtûka olî ya pîroz a êzîdiyan Mushefa Reş û Cîlwe bi vê alfabeyê hatine nivîsandin.

7-Alfabeya Erebî ya Kurdî

8-Alfabeya Latînî ya Kurdî

9-Alfabeya Kirîlî ya Kurdî

Ji bilî van alfabeyan, li Hêrêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji beriya zayînê (beriya mîladê) ji sedsala 8’an maye û ev nivîs aîdê medan e. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.

Lewend Mihemed

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

احمد سليمان : حميد درويش الذي استطاع أن يجمع المعارضة والموالاة معا

في الذكرى السنوية الـ 50 لميلاد الحزب ،وبعد أيام من الاحتفال المركزي في القامشلي دعا ...