أخبار عاجلة

Pêşverû: Pirsa kûrdî li sûriya, pirseke dîrokiye û ne mafê kesekiye wê tunebikê..

Share Button

Daxiyanî
Di dema ku welatême di rewşeke xerab û dijwar re derbas dibe bi sedema berdewamiya kirîza wê û xurtbûna pêla tûnd û tûjiyê di şerê ku li parêzgeha Idlibê berdewame, di vê demê de serokê sûriya Beşar Esed lêdwsnek daye kenala (Rûsiya 24), nerazîbûneke berfier bi dûv xwe de hiştiye dinav raya giştî ya kurdî de, ji ber ku Rûsiya hewildanek dida di navbera kurd û rêjîma sûriya de, û vê hewildanê dilxweşiyek di nav raya siyasî û ya cemawerî de hiştibû, û van lêdwana astengî li pêşiya wan hewildanên Rûsiya derxistin.
Partiya me (Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya), dûpat dike ku pirsa kurd li sûriya pirseke dîrûkiye, û mafê kesekî nîne vê pirsê tunebikê û çavê xwe jê bigire , ji ber ku ev pirs girêdayî ye bi çarenûsa bêhtir ji sê mileliyon hawelatî ku di navçeyê xwe yên resen de di jîn, û ne pirseke xeyalî û derewe.
Herwiha em dixwazin ameje bikin ku siyasetên çewt û ne dirust, û rêgirtin li pêşiya beşdariya hevbeş ya xelkên sûriya di bîriyara siyasî de li welat, ew bi xweye ku sûriya gihandiye vê qûnaxa ku têre derbas di bê, û bû yê sedem ku derî hate vekirin li ber hêzên herêmî û navdewletî ku destê xwe dirêjî nav welatê me bikin û heryek ji wan li gor ecinde û berjewendiyên xwe, û di encamde çarenûsa xelkê sûriya jî kete destê wan dewletan de ku derbasî sûriya bûne û parçeyên mezin ji xaka wê dagîr kirine.
Yê me, me hêvî dikir ku gotara serok komar gotareke komker bê, û nameyên dilxweşiyê ji kurdan re û ji pêkhatiyên miletê sûriyê yên dinê re bişîne, ku bibe rê xweşker ji bo destpêkirina diyalogeke sûrî- sûrî, ku bi rîya vê diyalogê hemî pirsên welat Werin çareserkirin, di navde jî pirsa kurdî, ku êdî rê were girtin li pêşiya destdirêjiyên derekî, û bi dawî anîna dagîrkirina parçeyên berfireh ji xaka welatême sûriya.
7.3.2020
Mekteba Siyasî
Ya Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

“رسالة مهمة لبقية طغاة هذا العالم”.. دولة تتوعد بمحاسبة النظام السوري

كشفت هولندا، الجمعة، أنها تعتزم محاسبة مسؤولي النظام السوري، بموجب القانون الدولي، عن “انتهاكات صارخة ...