45 Rêxistnên Sûrî daxwaza parastineke Navdewletî ji bo Herêma Efrînê dikin

Share Button

Rêxistnên yasayî yên Sûrî banga parastineke navdewletî ji bo Herêma Efrînê dikin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belavkirîye ku 45 rêxistinên yasayî yên Sûrî di daxuyanîyeke hevbeş de banga destwerdaneke navdewletî dikin ji bo rêgirtina li ber artêşa Turkiyê û çekdarên ser bi wê ve da ku wan binpêkirinên li Efrînê çêdibin rawestînin.

Di daxuyanîyê de hatîye, ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê ji alîyê Turkiyê û girûpên wê ve, bi hezaran tawan û binpêkirinên cihêreng di dermafê gelê me de hatine encamdan û rojane Kuştin , Revandin , Derwarkirina bi darê zorê, û bicihkirina koçberên Ereb di nav mal û samanên Kurdan de.

Li gorî daxuyanîyê, Û di dawiya rapora xwe de, Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve amaje kirîye ku girûpên çekdar li Efrînê tawan û binpêkirinan li dijî xwediyên wî bajarî pêktînin. Bi gotina wan armanca Turkiyê û wan çekdaran ji vê yekê nehiştina Nasnameya Netewî ya Kurdî ye li wî bajarî da ku Kurd dest ji mal û samanên xwe berdin û koçber bibin û demografiya Herêma Efrînê biguherin.

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

Sedîq Mella: Kurte çîrok: LI HER GUNDEKÎ MALEKE XWE AVAKE

Tê gotin: Kalekî rih sipî yê temen dirêj nexweş ket û bû yê nav nivînê ...