Bawerê Omerî: ji çîrokên pir kurt û dirêj

Share Button

Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebû dezgeheke navdewletî, jêre digotin:”neteweyên yekbûyî UN.”
Di sala 00,000 000 000z – 00,000 000 000k de “dewlet” li miletan belav dikirin.
Wan rojekê di wêneguhêz û rojnameyan de ragihandin, ku wê piştî şeş mehên din di roja sêşembê de demjimêr 06:00 sibehê ta 18:00 êvarî dewletan li miletan belav bikin.
Bi wê nûçeyê re, hemû nûnerên miletan “ji bilî nûnerên miletê Kurd” adinî rojê çûn New Yorkê û ketin dora xwe de, berpirsên NY li ser kaxezên wan navê dewletê dinivîsîn û mohr dikirin- û bi wê kaxez û mohrê dibûn xwedî dewlet.
Di rojên pêşî de heya pênc nûnerên Kurdan ji aliyê milet ve hatin helbijartin û ji bo çûnê xwe amad kirin, pênc meh û nîv derbas bûn, ew her pênc reben ji bo herin xwe bighînin avahiya neteweyên yekbûyî hîn jî ne amad bûn.
Yekî ji nav wan pênc nûneran digot:”Heya ez kêşeyên partiya xwe çareser nekim, ez nikarim herim.”
Yekî din ji wan digot:”Heya ez tola birayê xwe ji filan berpirsî hilneynim, û ew mafên min wek yekî serbixwe di nav vê şandeyê de nepejirînin, ez bi wan re narim.”
Yekî dî ji wan digot:” Ez ê çawa li kêleka vî yê ser mezin, yê ku bi dehê salan şerê min û partiya min dikir, û tiştek nedima ku li ser malbata me û êla me nedigot, herim vî karî bikim.”
Yê dawî digot:”Ev ê bê nihad û sinc, yê ku berî sîh salî pereyê partiya me xwaribû û îroj bi navê partiyeke din xwe di nav milet de dide pêş, ez ê çawa bidim kêleka vî dizî û tolazî û doza dewletekê bikim, ev ji bo navûdengê min di nav civata kurdî de pir nebaş e, bi Xwedê! Ez pêre neçûm, ku sed û yek hezar salên din jî Kurd bê dewlet bîmînin.”
Di nav wê pergala aloz de, piştî bi qurban û heyran û hêvî û laveyên milet ji wan, dawî her pênc nûner ji bo çûnê razî bûn.
Li balafirekê siwar hatin û berê xwe dan New Yorkê.
Bi rê de her pêncan li ser kêşeyên xwe yên berê di balafirê de pevçinîn.
Balafir li Londonê daket ji bo sûtemeniyê dagre, dema gihiştin firokxaneya Londonê bi destan êrîşî hev dikirin, heya gerefêt û qupçokên gumlik û çakêtên hev tev qetandin, xelk li wan kom bibûn û ew jî li xwarê li qupçokan digeriyan.
Li wir çar nûneran li ser çûnê li hev nekirin û li Londonê biryara xwe sitandin û gotin:”Em bi van kincên qetiyayî û bê gerefêt û qupçok û bi vê pergalê nema pevre diçin, a baş ew e, ku em vegerin û ev dewlet ji me re ne gerek e.”
Nûnerekî tenê ji wan, ku ew bixwe di nav miletê Kurd de mirovekî naskirî û tekoşer û dilêr û welatparêzekî bê hempa bû, gote wan:”Ez ê bi tena xwe herim, heger miletê kurd li benda kêşe û dubendiya we bimîne, sed û yek hezar salên din jî nabe xwedî dewlet.”
Ew nûnerê belengaz, bi tena xwe roja çarşembê demjimêr 24:00 nîvêşevê gihiştibû New Yorkê.
Diçe devê deriyê avahiya neteweyên yekbûyî, dibîne, ku derî girtiye û kesek li dora wê avahiyê tuneye.
Polîsên parastinê wî nûnerî di rêyê kamîreyan re dibînin, yek ji wan radibe dadikeve cem wî û jê dipirse:”Xêr e, tu vê şevê hatiyî vir, daxwazên te çine?”
– Ez nûnerê miletê Kurd im, ez ji Kurdistanê hetime, ji bo hûn dewletê (Kurdistan) bidin me.”
Ê polîs di bin simbêlan re pê keniya û gote wî:”Seyda! belavkirina dewletan ne îro ye, doh bû, û ne di nîvê şevê de bû, bi roj bû, diyar e tu dereng pê agahdar bûyî, ya jî şev li te geriyaye, bibûre! dewlet li cem nemane, heya careke din di dema xwe de were, tê wê gavê bibe xwedî dewlet, berxwedar bî!.”

Bersiva wî polîsî ew nûnerê belengaz nîvkuştî kir, rabû pişta hustê xwe xurand û korî poşman û bê dewlet vegeriya nav milet û welatê xwe yê perçekirî.
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Bawere-Omeri@hotmail.com
13.05.2020z – 2720k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1390
x

‎قد يُعجبك أيضاً

Sedîq Mella: Kurte çîrok: LI HER GUNDEKÎ MALEKE XWE AVAKE

Tê gotin: Kalekî rih sipî yê temen dirêj nexweş ket û bû yê nav nivînê ...