Bawerê Omerî : Birûskek pîrozbahiyê Bi helkeftina 63 saliya damezirandina PDPKS

Share Button

Birûskek pîrozbahiyê

Bi helkeftina 63 saliya damezirandina partiya demoqrata pêşverûya Kurd li Sûriyê, ez vê rojê li hemû damezerên pêşî û bi taybet li mamoste Hemîdê Derwêş, yê ku timî bi pirensîp û rêzaniya bicih û hişmendiyeke pir bilind û kûr berjewendiyên miletê xwe û hemû pêkhatiyên Sûriyeyê û yên li rojhilat navîn diparast pîroz dikim, herweha pîrozbahiyê li hemû hevalên xebatkar û tekoşer di nav refê partiya pêşverû de dikim.
Ez bawerim, tekoşer û xebatkarên partiya pêşverû, yên ku di dibistana mamoste Hemîd de perwerde bûne, wê dikaribin di hemû demî de maf û berjewendiya miletê xwe biparêzin, û wê li ser pirensîp û nirx û armancên, ku mamoste Hemîd û hemû hevalên berxwedêr yên di wê dibistanê de xebat dikirin, bimînin, taku miletê Kurd mafên xwe yên netewî û mirovatî bidest bixe, û bajar û herêmên Kurdan (Efrîn, Ezaz, Cerablus, Serê kaniyê û Girê sipî û…) ji bin destêt dagirkerên Tirk û çeteyên wan rizgar bikin, ji bo dawiya vî şerê wêran li welatê me bêt û gelê Kurd û hemû pêkhatiyên li Sûriyeyê bi mafên xwe û aramî û aştiyê şad bibin.

Bawere-Omeri@hotmail.com
13.06.2020 z – 2720 k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

لوند محمد: سياسات تركيا الى اين

١-تركيا لم تستطع حلل القضية الكردية في تركيا وانهاء القتال الدائر هناك منذ حوالي ٤٠ ...