أخبار عاجلة

Partiya Pêşverû : Bîranîna 44 saliya damezrandina Partiya Sosyalîst a Demoqrat a Kurdistanê pîroz dike

Share Button

Birayê xebatkar Mihemed Hec Mehmûd (Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demoqrat a Kurdistanê)

Birayên hêja Endamên nivîsgeha rêzanî ya partiya bira

Silaveke Rastgo :

Bi babeta bîranîna 44 saliya damezrandina partiya we ya xebatkar (Partiya Sosyalîst a Demoqrat a Kurdistanê) , Nivîsgeha Rêzanî ya partiya me ( Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê) , Germtirîn pîrozbahiyan li we dike û di rêya were hemî Endam , Kadir û serkirdayetiya partiya we ya bira pîroz dike û serkeftinê ji partiya we ya xebatkar re dixwaze.
Partiya we ya xebatkar ji bo azadiya gelê kurd û bidestxistina mafên netewî û pêkanîna serkeftinên zêdetir karwanên pakrewanan pêşkêş kirine.

Bi vê babetê em tekez dikin li ser girîngiya peywendiyên duqolî yên di navber herdu partiyên me de , Û pêşxistina wan peywendiyan ji bo xizmeta doza gelê me , Ew peywendiyên dîrokî yên ku bi dirêjahiya salan Mamoste Ebdilhemîd Derwîş û Mamoste Mihemed Hec Mehmûd avakirine.
Careke din em bîranîna damezrandina partiya we ya bira pîroz dikin û serkeftinê ji xebata were dixwazin.

Qamişlo 10 / 8 / 2020

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

“رسالة مهمة لبقية طغاة هذا العالم”.. دولة تتوعد بمحاسبة النظام السوري

كشفت هولندا، الجمعة، أنها تعتزم محاسبة مسؤولي النظام السوري، بموجب القانون الدولي، عن “انتهاكات صارخة ...