Bawerê Omerî ” Sipî, reş, fisteqî, zer û hemû rengên din

Share Button

Ji destpêka damezirandina partiya demoqrat pêşverûya Kurd li Sûriyê û heya vê kêlîkê, rejîma Elba,is li Şam û Iraqê, rejîmên Tirk û Îran yên older û regezperest bi alîkariya nehez û neqenc û nokeran û bi zanebûneke pir hûr û kûr şerê helwest û tekoşer û xebatkarên wê dikirin.
Hinekan bi pere û hinek bê pere.
Hinek ji wan bi dû wê propagandaya rojane de, ya ku li dijî vê partiyê dikirin, bûn xwedî mal û avahî û zêr û zeviyan.
Çi gava bûyerek û guhertinek li Kurdistanê û Sûriyê û rojhilata navîn çêbibûya. Ew bazirganên xwefiroş û bazirganên bê pere sixurî ji wan rejîman re dikirin, timî li benda nerî û helwesta partiya pêşverû radiwestiyan, bê ka wê çi li ser wan bûyeran bibêje.
Pişt partiyê nerîn û helwesta xwe dida, ji nûve ew ên veşartî dadiketin nav kolanan û propagandaya rejîmê li dijî helwestên vê partiyê li nav milet belav dikirin.
Jixwe nerîn û helwestên partiyên din ji wan re ne pir giring bûn. Tenê yên partiya pêşverû zemîn di bin lingê wan û rejîmên wan de dihejand. Ji ber ku partiya pêşverû bi tena xwe lêvegereke kurdî bû di Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) de.
Dema berpirsên partiyeke kurdî li ser pêlavekê, çakêtekî pênûsekê, piskilêtekî û dolarekî ji hev perçe dibûn, herdu aliyan heftiyek heya mehekê di nav xwe bixwe de şerê hevdû dikirin, û paşê ew şer radiwestandin û hevdû jibîr dikirin, û pevre heya rojek di jiyana wan de bimaya berê şerê xwe didan partiya pêşverû û sekretêrê wê, û bi wî rengî û şêweyî kurdîtiya xwe di nav civaka kurdî de dikirin. Xwedêgiravî ew rêzanvan û welatparêz û bijarteyên Kurdan bûn.
Bi alîkariya partiya pêşverû, gelek serkeftin li ser astê Kurdistanê û Sûriyeyê bi dest Kurdan ketin.
Ji wan:
Piştgiriya hemû şoreşên li Kurdistanê.
Karên hevbeş di nav partiyên Kurdistanî de. Danûstandin bi hêz û pêkhatiyên Sûriyeyê re li herêmên kurdî û Şama paytext.
Dûrkirina pirsa miletê Kurd ji tundrewî û gefdariyê.
Tekoşîn û xebat bi rêyên aştiyane di ber pirsa kurdî de.
Parastina hebûn û berjewendiya miletê Kurd li Kurdistana başûrê rojava û Sûriyeyê.
Jixwe di destpêka şerê navxweyî de li Sûriyeyê, hemû tîr û berên dijbera Sûriyeyê (xwedêgiravî dijber bûn û xwediyê Sûriyeyê bûn) balî pirsa Kurd de dihatin avêtin. Di wê navê de bi alîkarî û serperiştiya partiya pêşverû di 26.10.2011 a encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê li Qamişloka paytext hate damezirandin.
Ji kêlîka pêşî ve ji damezirandinê, careke din ew ên veşartî di nav wê dezgehê de û rejîmê dest bi karên xwe yên berê kirin.
Di kêlîkekê de pirojeyên şovînî û kiryarên berpirsên rejîma Elba,is ya zordar û çeteyên wê li Şama paytext li dijî miletê Kurd ji bîr kiribûn.
Erkê wan tenê ew bû, ku şerê helwesta sekretêrê partiya pêşverû mamoste Hemîdê Derwêş û hevalên wî bikin.
Dawî bi alîkariya hêzên Kurdistanî û rejîma Tirkiyê û ya Elba,is li Şamê û biraderên Musilmanan (Ixwan Elmusilimîn) li Tirkiyê û Sûriyeyê û nandoz û çeteyên wan, encûmena kurdî ji hev xistin.
Di wê demê de, ew ên veşartî mîna reşekan careke din êrîş tanîn ser partiya pêşverû.
Carekê digotin:” Ew bi yekîtî niştimanî Kurdistan û rejîma Sûriyeyê re kar dike.” Careke din digotin:” Ew bûye endam di rêveberiya xweser de û bûne hevalbendên PYD û PKK ê û…. . Tevî ku di karê rêzanî de têkilî û hevalbendî bi hêzên navxweyî û herêmî û navdewletî re tiştekî rewa ye ji bo parastina berjewendiya miletekî.
Yekî ji wan noker û nandozên pir nezan, yê ku şût û rût û malketî di nav tevgera Kurd de hat naskirin û seydayê Mistefayê Barzanî li ser wî weha digot:”Ew nokerê heft dewleta ye.” bibû rêber û siwarê tank û top û balafirêncengî yên rejîma Elba,is li Bexedad û Şamê û Enqerê li dijî miletê Kurd. Vî nokerî ti zarav di ferhenga erebî de nehişt ku li dijî partiya pêşverû û sekretêrê wê bi kar naniye. Piştî nexweşiyeke derûnî pêre derket û tepeserkirina dilê wî pir bilind bû û nexweşiya şekirê şor di xwîna wî de derket, û nema baş ber xwe didît.
Wî pehlewan û canbazî zaravek û propagandayeke herî dawî, yên ku mejiyê rejîma elba,is li Şam û Bexdayê û Biraderên Musilmanan li Enqerê afirandibûn belevdikir û digot, ku partiya pêşverû û sekertêrê wê têkiliyên wan bi Mosadê Israîlê re hene. Li vir nerîn û helwesta wî eynî nerîna partiya Elba,is li Bexdad û Şamê ye, ku dibêjin, wê Kurd dewleta Isra,îlê ya dudoya ango “Kurdistan” li bakurê Iraqê û Sûriyeyê damezirînin.
Jixwe yekî ji qomûnistên Sûriyeyê weha li ser mamoste Hemîd digot:”Hemîd bi saloxgerên Emerikî re ango bi CIA re kar dike.”
Van bazirganan timî bi lez xwe di nav miletê Kurd de dihetikandin û bixwe jî zanîbûn, ku ew propagandayê ji dijminê miletê Kurd re dikin, û di eynî demê de berjewendiyên rejîma Iraq û Sûriyê û Tirkiyê û Eyranê û yên hinekên din diparastin..
Lê wan rêya çetetiyê û nandoziyê ji xwe re helbijartibûn. Jixwe ji wê rêkê pêve tiştekî din bi destê wan nediket, ku pê xwe û malbatên xwe xwedîbikin û armanc û pilanên rejîmên dagirkerên Kurdistanê cîbicîh bikin.
Ligor baweriya olî, xuya ye li ser eniya wan nivîsiye, ku vî karê pîs bikin. Ligor yasaya xwezayê jî bextê wan timî reş bû û li tahtê diqelibî.
Ji ber wê jî nikarin zû bi zû dev ji nokerî û çetetî û nandoziya xwe berdin.
Ew kesên digotin, partiya pêşverû hevalbendê yekîtî nîştimanî Kurdistan û rejîmê û PKK û PYD û rêveberiya xwes re û…. ya jî bûye hevalbendê partiya demoqrata Kurdistana başûr.
Ew bixwe bi dizî û di nîvê şevan de li Hewlêr û Duhokê diçûn bi PYD û PKK ê û rejîma Tirkiyê û Eyranê û Sûriyeyê re civîn û peyman bi wan re girê didan, û Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) nêvî bi nêvî li hev par dikirin.
Piştî imzekirina peymana di nav ENKS û PYD de tekez û xuya bû, ku xwediyên wan propagandayan çiqas nizm û nezan bûn.
Ji berê de Kurdan gotiye:”Giya di bin tehtan de namîne.” Wê rojek were û ew kesana mîna hinekan ji Şêx û Beg û Axayên Kurd di nav civatan de porê serê xwe bikşînin û bi tepan li serê xwe bidin û poşman bibin.
Wê mîna wan li nav civat û odeyên Kurdan rûnên û poşmanî û gunehê xwe eşkere bikin û bêjin:”Me gelek guneh û wêranî di derbarê tekoşer û xebatkarên milet û welatê xwe de kiriye. Gerek e xort û keçên Kurd me li Qamişloka paytext kolan bi kolan bigerînin û kî pêrgî me bibe, bela me di wê rewşa riswakirî de bibînin.” (Gelek ji wan poşman bibûn û lêbûrîna xwe jî ji hevalên partiya pêşverû xwestine)
Ew kesên di vê sedsala bîst û yekê de nikarin bi çavên serê xwe heya regan jî ji hev nas bikin. Hêjaye ku ewana çend demjimêr û rojan li ser destê kurê hevalekî min, yê ku temenê wî yek sal e, fêrî çend waneyên rengan bibin.
Ji bo ji îroj û pêde karibin rengê sipî, reş, fisteqî, zer û hemû rengên din ji hev nas bikin.

Bawere-Omeri@hotmail.com
23.10.2020 z – 2720 k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

Partiya Pêşverû serê PDK Bakur sax dike

Xwîşk û birayên hêja Endamên serkirdayetiya Partiya Demoqrat Kurdistan -Turkiye Xwîşk û birayên hêja malbata ...