birûska kek Mesud Tek di bîranîna sal vegera heval Hemîd Derwêş

Share Button

Partiya Sosyalîst a Kurdistan
PSK
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ،،،
Bo Serokatiya Partiya Pêşverûyê bira,
Hevalên hêja,
Silav û rêz bo we û bo hemû beşdarvanên yad kirina hanê.
Herweki dizanin li ser koça dawî ya Mamosta Hemîd salek derbas bû, salekê tijê bi êş û xemgînî
Di heyama salekê da wekî roniya rojê eşkere bû, ku di zirufa siyasiya îro da, ku ji bona çareser kirina pirsa Kurd rêka giftugo û diyalog hatiye pêş, koça dawiya Mamoste bona tevgera Kurd li Kurdistana Rojava xesereka gelek mezîn e. Ji ber ku Mamostayê me di vî warê da pispor û xudan tecrube û di nava opozîsyona Suriyê da xweşnav bû.
Em carekî dinê serxweşiya xwe pêşkeşê malbata Mamoste Hemîd û hevsengerên wî dikin.
Em piştrast in, ku hevsenger û şagirdên Mamoste, endam û xebatgerên partiya bira nahelin alayê wî bikeve erdê.
Êşa we êşa me, xema we xema me ye.
Rûhê wî şad, rêka wî berdewam, alayê xebata wî hertim bilind be.
22 Cotmeh 20120
Mesud Tek
Serokê Giştî

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

Partiya Pêşverû serê PDK Bakur sax dike

Xwîşk û birayên hêja Endamên serkirdayetiya Partiya Demoqrat Kurdistan -Turkiye Xwîşk û birayên hêja malbata ...