Bawerê Omerî: ji çîrokên pir kurt û dirêj

Share Button

Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebû kalemêrekî Kurd, temenê wî 133 sal bû.
di rojên xwe yên dewî de nexweş dikeve, di roja dawî de Xwedayê ku pirên mirovan pê bawer dikin, firişteyê mirinê “Izra,îl” dişîne ber serê wî, ji bo giyanê wî ji gewdê wî bikşîne.
Çawa Izra,îl destê xwe avête qirika wî, ku giyanê wî jê
bikşîne, kalemêrê tijî hêvî, laveyek ji Izra,îl kir û weha gote wî:” Hey firişteyê mirinê, tu bi navê Xwdayê xwe kî, berî tu giyanê min ji laşê min bikşînî, daxwazeke min ya dawî ji te û Xwedayê mezin heye.”
– Keremke daxwaza xwe bibêje!
– Ez ji te û Xwedayê xwe hêvî û daxwaz dikim, ku hûn niha giyanê min nekşînin, heya yekî Ereb ji welatê “Yemenê” rabe û bête Kurdistana pîroz û bajarên Qamişlê, Amedê, Laçînê, Mehabadê û Kerkûkê ji destêt dijminên me rizgar bike, mîna Selahedînê Eyûbî, yê ku Şam, Qahîra, Beyrût, Eman, Meka bi rûmet û Sîna û Qudsa bi rûmet ji Ereban re ji destêt xaçperestan rizgar kir, wê çaxê hûn bê minet in, laş û giyanê min hemû bi xwe re bibin, ez dixwazim berî mirina xwe bi çavên serê wê rojê bibînim.
– Ez sozê didim te, ku ez ê Xwedê bi vê daxwaza te agahdar bikim, heya ev daxwaza te bi cih neyê, ez giyan ji gewdê te nakşînim.

Li ser daxwaza kalemêrê Kurd, cara pêş bû, ku dilê Izra,îl nerm dibe û bi pergala wî kalî dişewite, û bê ku giyanê kalemêr bikşîne radibe û vedgere cem Xwedê û wê lave û daxwazê dighîne ber destêt wî û çîroka kalemêrê Kurd jêre ta bi derzî vedike.

Xwedayê dilovan daxwaza wî û Izra,îl erê dike.
Dibêjin, ku di ser wê lave û daxwaza kalemêrê Kurd re 800 sal derbas bibû. Ew di nav lîvînên xwe de dirêjkirî bû û hîn jî ew hêvî dikir, ku yekî Ereb wê ji welatê “Yemenê” rabe û Kurdistana wî rizgar bike.
Rojekê Xwedê dişîne du Izra,îl û pirsa pergala kalemêrê Kurd jê dike:” Gelo kesek Ereb ji “Yemenê” rabûye û Kurdistan rizgar kiriye ya na?”
– Xwedayê min, hîn kes ji wir nehatiye û Kurdistan rizgar nekiriye.
– De baş e, here giyanê wî kalemêrî bikşîne, ez bawerim, wê piştî sed û yek hezar salên din jî kesekî Ereb ji “Yemenê” neyê û Kurdistana wî rizgar neke.
Li ser daxwaz û fermana Xwedê, Izra,îl diçe ber serê ê kal û jêre dibêje:” Gavka din ez li cem Xwedê bûm, û pirsa pergala te ji min kiriye, Xwedayê min û te ferman daye, ku ez giyanê te ji gewdê te bikşînim, ji ber ku ev daxwaza te ticarî pêk nayê, û hayê Xwedê jî ji zû ve ji vê pirsê hebû. Ne yekî Ereb, ne yekî Tirk, ne yekî Faris, ne yekî Ermenî, ne yekî Yûnanî, ne yekî ezerî, ne yekî Efxanî, ne yekî Hindî û ne jî yekî Çînî nayên û Kurdistana te rizgar nakin.
Piştî 933 sala Kalemêrê Kurd koça dawî kir û hevî û daxwaza wî bi cih nehat û bi wê hisretê termê wî sipartin axa pîroz.
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

03.11.2020 z – 2720 k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

Partiya Pêşverû serê PDK Bakur sax dike

Xwîşk û birayên hêja Endamên serkirdayetiya Partiya Demoqrat Kurdistan -Turkiye Xwîşk û birayên hêja malbata ...