Hishmend Muhamed : Hevpeyvînek bi mamoste Kemal Ebdî re

Share Button
Di 17 / 11 / 2020an Mamoste Kemal Evdî ( Bavê Xelîl ) li Efrînê koça dawî kir
Sed silav li giyanê wî
Hevalên hêja : Di Zivistana sala 2015an de li Efrînê mêvanê min bû em mijhûl dibûn li ser mijarên dunyayê û rewşa gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî
Di vê derbarê de bi navê Rojnameya Pêşverû min hevpeyvînek dirê bi wî camêrî re kir û bi babeta koçkirina wî ez vê hevpeyvînê bi bîra we tînim û diyarî xebatkarên tevgera netewî ya kurdî dikim
_________________________________________
Hevpeyvînek bi mamoste Kemal Ebdî re
Xwendevanên hêja û delal di vê hejmarê de kulîlkekî din ji kulîlkên vê axa pîroz, gundê ciwan herêma bêrdar li me dibe mêvan heval û xebatkarekî kevine ji xebatkarên partiya me û yek ji wan hevalan bû ên ku cara yekem li çiyayê kurmênc agirê newrozê gur kirin ew jî mamoste Kemal Ebdî ye.
Pêşverû : Tu bi xêr hatî mamoste
Kemal Ebdî : Tu saxbî li ser çavan
Pêşverû : Di destpêkê mamoste tu dikarî xwe ji xwendevanên rojnameya me re bidî nasîn?
Kemal Ebdî : Ez Kemal Ebdî me,ez ji gundê ( Gazê ) me di sala 1932an de hatime dunyayê, di yek saliya min de hinek nakokî di navbera bavê min û pismamên me de çêbûne wê demê bavê min mal barkir gundê ( Xerzan ) min zaroktiya xwe li gundê xerzan derbaskir di wê gavê de ez çûm dibistana gundê çolaqa piştî 9-10 salan bavê min ji zîndana Helebê derket me mala xwe barkir gundê ( Keferdela jorîn ) li wir min li ber ( xoce ) xwend û min Quran xitim kir, piştî wê ez çûm dibistana sereteyî li Efrînê û di sala 1946an de li Efrînê min bawernameya seretayî pola pêncan min bir, û di sala 1949-1950de ez çûme parêzgeha ( Idilibê) min xwendina xwe ya din li wir xwend,di wa demê de ez û biraderê xwe nemir ( Horîk Ehmed ) ji gundê ( Çê ) me bi hevdu re li wir dixwend, di wê demê de ez hînî zimanê kurdî bûm û hêdî hêdî ez ketim nav tevgera siyasî , di destpêkê de em ketin nav partiya ( Komonîst ) da ku em kanibin ji doza xwe re kar bikin û mafên xwe bistînin, lê mixabin ev daxwaza me bi cî nehat, ev asta ji sala 1953 heya sala 1956an dirêj kir.
Di wê demê de nasîna min bi mamosteyê nemir ( Reşîd Hemo ) û bi mamosteyê nemir ( Şewket Henan ) re çêbûn, piştre li Helebê li mala hevalê nemir Mihemed Elî Xoce di cehzerana sala 1957an de yekem partî hat damezrandin bi nave partî dîmoqratî Kurdistan û di cî de ez ketim nav partî.
Pêşverû : Mamoste tu wek xebatkarekî kevin beşdar bû di Kongira Niştîmanî ya Kurdî de û di wî kongirî de E.N.K.S har ragihandin û bi hezaran miletê me daketin kolanan û gotin E.N.K.S nûnera min e bi nêrîna te çima encûmen ketiy vê rewşê û çi jê tê xwestin di vê demê de ?
Kemal Ebdî : Ji demek dirêj de miletê kurd ev daxwaza netewî ji tevgera xwe dixwest û Piştî lêdana bayê azadiyê li rojhilata navîn û xwepêşandanan li Sûriyê destpêkir hin dan û satandin çêbûn di nav tevgerê de piştre hemî aliyê tevgera me ya azadîxwaz biryar standin bi li darxistina kongira niştimanî ya kurdî wê demê camêra ez jî vexwendim wek hevalekî kevin,Ez çûm kongir û ez gelekî geşbîn bûm ji ber ku cara yekem e kongirekî Niştimanî kurdî li kurdistana sûriyê li dar dikeve ne li li parçeyên din ên Kurdistanê û ne li Tehran û Enqerê ye, hêviya min ew bû ku di wî kongirî de em bigihên nêrînek hevbeş û helwestek zelal ji bo doza kurdî,destpêk baş bû bi hev re gihan nêrînekê,hêviya me ew bû ku piştî vî kongirî partiyên me bêtir nêzî hev bibin û ber bi yekîtiyê biçin, lê piştî encûmen hat ragihandin demekê me karê xwe kir û pir dan û standin çêbû lê mixabin partiyên me ji hev nêzîk nebûn , Bi nêrîna min ev jî ji berhema wan çandên kevnare ên me rakirine ji Intiyaziye û Ezîtiyê tên û xuyaye heya bi vê rojê me nikanî xwe ji vê çandê xilas kira ji ber ku heya niha her partiyekî me dibêje nêrîna min raste nikanin hev qebûl bikin û hîn zêdetir hin partiyên me dibêjin ez mezin im û hevalên min pirin û ez partiyê yekê me,tevî ku ne wisa ye lê encama vê çanda kevnare eve û ev rewşa gelekî xebatkar û heval û dostên doza me xemgîn dike.
Pêşverû : Tu helwesta rikberiya sûrî çawa dibînî,nemaze helwesta wan ji doza kurdî?
Kemal Ebdî : Birayê delal hemî kes û hêzên rikberiya erebî li derve û li welêt ez dibînim ev mijara bi me ve girêdayî ye,dema ku em nebin yek û helwesta siyasî ya kurdî ne yek be û em xwedî li mafên xwe dernekevin û ji wî mafî re nexebitin kes ji xwe û berê tu mafî nadê me,piştî ev rewşa di sûriyê de çêbû miletê ereb jî wek me û ji me xirabtir preçebûn di nav wan de jî çêbû, rikberiya erebî jî perçe bû û ji hev ket û ji berê de jî camêra ji ber şovîniya wan û çanda wan a kevneperest tu carî nikanin tu milet din li rex xwe qebûl bikin.
Pêşverû : Piştî çar salan ji qeyrana sûrî bi nêrîna te sûriyê bi ku ve diçe ?
Kemal Ebdî : Bi nêrîna min ev rewşa li sûriyê hatiye peydakirin ji cihekî dûr ve tê ji wa romana ku digor Rojhilata navîn a mezin de tê,Di derbarê sûriyê de nêrîna min hinekî cuda ye,Ez dibînim rewşa sûriyê ne wek a Tonis û Lîbiya û Misirê ye,Bi dîtina min sûriyê ber bi perçebûnê ve dice û ev qeyrana çareser nabe eger sûriyê perçe ne be.
Pêşverû : Diplomasiya kurdî tu çawa dibînî ?
Kemal Ebdî : Eger em hinekî li xwe vegerin emê bibînin ne tenê di ware diplomasî de lê belê di her warekî de em li şûnin, Diplomasiya kurdî li gor berê helbet li pêşe, Lê ne li gor ku tê xwestin,Raste hinek pêşketin çêbûye,lê dive diplomasiya me ya kurdî bêtir rola xwe bilîze di xizmet doza gelê xwe de.
Pêşevrû : Gelek caran miletê me ji tevgera xwe ya rêzanî xwestiye ku bibin yek û hin gav hatine avêtin wek ( Hevbendî û Bera kurdî ) û ( E.N.K.S û Desteya bilind ) lê mixabin ev gav neçûne serî gelo çi dibe sedem li pêş yekîtiya helwesta kurdî ?
Kemal Ebdî : Ka em hinekî vegerin dîroka gelê xwe herdem vê dubendiya hebûye , sedemên ku em nagihên hev gelekin lê bi kurtî ezê bibêjim sedem nezantiya me ye û tu carî em guneh nekin stûyê hev, em hemî ji ber vê yekê berpirsiyarin ne tenê tevgera siyasî.
Pêşverû : Tu wek xebatkarekî kevin û ji demek dirêj de têkiliyên te bi siyasetê re hene,Tu çawa li kar û helwestên tevgera azadîxwaza kurd li kurdistana sûriyê dinêrî û çi ji tevgera me tê xwestin di dema bê de?
Kemal Ebdî : Divê tevgera me li xwe vegere, şaşiyên xwe ser rast bike û nêrînên tevgerê kurdayetî werin ne hizbî, û gelek kes dibêjin serkirdeyên me nezanin û ew perpirsiyarin, Lê bi nêrîna min ne wisa ye ji ber ku sekretêr û nivîsgeha siyasî û komîta navendî zarokên vê civakê ne, û ji nava vê civakê derketine û hemî nexweşiyên civakê di serkirde û rêzanên me de jî hene, Lewre ez dibêjim ne tenê tevger û serkirdeyên me berpirsiyarin, lê belê civaka kurdî bi tevahî berpirsiyare.
Pêşverû : Lêvegera siyasî ya kurdî tu çawa dibînî û hêviyên te çine ji vê lêvegerê ?
Kemal Ebdî : Ez hinekî bi hêvî me û ez geşbînim bila xwendevanên hêja nebêjin Kemal Ebdî weke hercar reşbîne û ez keda wan kesên ku me digihînin hev spas dikim eger kurd bin an ne kurd bin bi nêrîna min ev mizgînek xêrê ye.
Pêşverû : Piştî lêdana hêzên hevbendiya navdewletî ji Daiş ê re û şikestina wan di Kobaniyê de gelo metirsî heye ku bûyerên li Kobaniyê çêbûne li Cizîr û Kurdaxê jî çêbibin ?
Kemal Ebdî : Mirov nikane bibêjê erê yan na li gor dîtina min ev bûyerên ku çêdibin piraniya wan ji me mezintirin û lêstikvanin mezin hene wan ev rewşa li Kobaniyê peydakirin,ew dikin , ne em dikin û ne Daiş dike,ew hêzên mezin li gor berjewendiyên xwe dikin, bi nêrîna min bûyerên Kobaniyê wê li Kurdaxê dûbare nebin û xuyaye ew hêzên tunderew hêdî hêdî tên tunekirin.
Pêşverû : Tu rewşa miletê kurd di sûriya pêşrerojê de çawa dibînî ?
Kemal Ebdî : pêşerojeke xweş û geşe û bê gûman rojên li pêş ji rojên berê çêtirin.
Pêşverû : Xewna mamosteyê mezin Ehmedê xanî , Dewleta kurdî ya serbixwe tu çawa dibînî ?
Kemal Ebdî : Birayê delal ew xewna bi rastî di dilî her kurdekî de ye , Dewleta kurdî mafekî rewaye ji gelê kurd re û li cîhanê bi seranser kurdek tuneye ku naxwaze bibe dewlet , Lê ez dibînim hinekî dûre ji ber ku berjewendiyên xelkê ne bi mere ne, ji ber vê yekê dive em kanibin berjewendiyên hêzên xwedî biryar bi doza xwe ve girêdin da ku di zûtirîn dem de xewna me bibe rastî û em bigihên azadiya xwe.
Em hinekî vegerin bîranînînên hevalên kevin
Pêşverû : Mamoste tu ji wan xebatkarên pêşîn bû hûn derbas nav karê rêxistinî bûn, û tu yek ji wan hevalan bû ew hevalên cara yekem li çiyayê kurmênc agirê newrozê gurkirine tu dikarî hinekî ji bîranînên wan rojan ji xwendevanan re xuya bikî ?
Kemal Ebdî : Ev buyer piştî damezrandina partiya me bû, hin rojên xweş hebûn lê rojên bêtir ne xweş bûn, di destpêkê de sala 1950de heya sala 1959an heyamek azad û demoqrat hebû , lê piştî yekbûn di navbera Sûriyê û Misirê de çêbû ev heyama nema rewş hate guherîn, Partiya me di sala 1957an de hat damezrandin di wa du salan de hinek serbestî hebû me xebata xwe dikir lê piştî yekbûna herdu dewletan em pir hatin êşandin ji girtin,işkence,kehreba û kotek bi rastî her tişt me dît û wisa li ber xwe da heya sala 1960, Di sala 1960de me biryarek stand bi vejandina cejina xwe ya netewî ” Cejina Newrozê ” da ku bêtir em karibin vê cejinê geşbikin bi agirekî xort me destpêkir mebest ji vê biryarê ew bû ku Cemalê reş û istixbaratên Ebdilhemîd Serac zanibin ku kurd û tevgera kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, Me agirê newrozê li hemî çiyayên kurdaxê dadan û di vê gava yekem de heval û tevahî miletê me pir hat êşandin, Li ahenga me ya yekem li Keferdela jorin xortên me bazdan ji ber cendirmeyên wan faşistan anîn hatin ji ber xortan ve kale mêr girtin û gelekî ew êşandin, û tevî vê yekê di sala duyem de hêzên xwe yên leşkerî anîn li gundan belav kirin ji bo kes dernekeve, Lê tîna agirê newrozê û vîna miletê kurd ji çavsorî û ji leşkerên wan bi hêztir bûn û nikarîn agirê azadiyê vemirandana û piştre destpêkir û ev dara bi çûk a ku me çandiye mezin bû û hêviyên mejî rû bi rû bi wê dare re mezin bûn û a niha jî em berê wê dare dixwin.
Pêşverû : Wek xuyaye ji desteya damezrenêr du endezyarên partiya me hebûn rola wan bêtir bû ew jî yek hevalê Hemîd e û yek hevalê Reşîd bû bîranîneke te bi herdu hevalan re?
Kemal Ebdî : Ez wek hevakekî ji hevalên kevin birayê me mamoste Hemîd û Reşîd jî, mamoste Hemîd li Cizîrê kar dikir hinekî dereng me hevdu didît tenê di civînên fireh de me hevdu didît, Lê ez û mamoste Reşîd di pir waran de em bi hevre bûn, di rojên xweş de jî û di roiên çetin de jî em bi hevdu re bûn, Piştî desthilata Be’siyan me bazda em herdu hatin çiyayê kurmênc û demek dûr û dirêj me bi hevdu re karê xwe yî partîzanî dikir û wê çaxê ez û mamoste Reşîd û hin hevalên din em di çiyan de bûn, Di wê demê de rojekê me civîna xwe bi dawî kir em ji civînê vegerîn di çiya re em dimeşin , Em ji Meydana ve tên û li hemberî Elî Bega em dimeşiyan dunya hîn mor bû şefeqê hîn çenekiribû wê hingê marekî çê bi hevalê Reşîd dada em li dorê civiyan û gelekî bi dijwarî me ew gihand Helebê, Bi rastî wê demê me pir zor ji rêjîmê didît û ji vê rewşa me ya dijwar jî hişt em pir zor û zehmetiyan bibînin û ev bûyera ji bîranînên min ên ji bîr nabin bi hevalê Reşîd re.
Pêşverû : Xweştirîn roj di jiyana te ya siyasî û kesane de ci bû ?
Kemal Ebdî : Jiyana min a kesane zaroktiya min bû û dema ku ez ji gund vegerîm û min dest bi xwendinê kir,Rojên xwendinê xweştirîn roj bûn di jiyana min a kesane de, û Di jiyana min a siyasî de xweştirîn rojên min dema min dest bi karê siyasî û xebata partîzanî kir û bi taybetî rojên destpêkê.
Pêşverû : Di jiyana tede tiştê herî zêde tu lê poşmam bûyî çiye ?
Kemal Ebdî : Di jiyanê de mirov pir caran poşmam dibe ,Tiştê di jiyana min de ez xemgîn û poşmam kirime ewe roja ku tevgera me bû du alî , Lê hîn herî zêde tiştê ez di jiyana xwe de lê poşmam bûme eve : Piştî perçebûnê û tevî ez giham rastiyê ku ne çep heye û ne rast heye, Şaşitiyek mezin bû ez ji nav partiya Demoqrat bi derketim ,Divê ez di nav partiya xwe de bimama , Tenê ez li vê poşmanim û ji bilî vê xalê tişekî ku ez lê poşmam bûme tune ye.
Pêşverû : Piştî ev geşta jiyanê ya dirêj gelo xewin û hêviyên mamoste Kemal Ebdî çine ?
Kemal Ebdî : Mirov herdem bi hêviye ji ber ku mirov bi hêviyê dijî û hêviya min a herî mezin ewe ku miletê kurd bigihê azadiya xwe.
Pêşverû : Gotina te ya dawiyê ji xwendevanên rojnameya pêşverû re ?
Kemal Ebdî : Hêviya min ji xwendevanên hêja û ji kesên xwendevan û xwe zana û bîrbir dibînin li xwe vegerin û ew xwendin û zanistiya ku hilgirtine ne tenê di xizmet berjewendiyên xwe yên kesane kin, Lê belê divê wê zanebûna xwe di xizmet doza xwe ya netewî kin û xemxwarê milet û welatê xwe bin ne tenê ew heyranê xwe û berjewendiyên xwe bin, Hêviya min ji rewşenbîrên me bêtir rola xwe di nav civakê de bilîzin.
Pêşverû : Gelek spas ji bo agahiyan mamoste bi hêviya temenekî dirêj ji bo te û tu her bijî di evîna gelê xwe de.
Kemal Ebdî : Tu saxbî mamoste Hişmend ezê bimînim û xortên wek te ez pir pê serbilindim, Me gavek avêt û vaye îro hûn jî berdewam û ser rast û xweştir dikin , Ez serkeftinê ji te û ji rojnameya pêşverû re dixwazim.
Pêşverû : Spasxweş.
Zivistan / sal / 2015
Hevpeyvîn : Hişmend Şêxo
Têbînî : Ev wêneya li Efrînê ye li mala min hatiye girtin
Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

Partiya Pêşverû serê PDK Bakur sax dike

Xwîşk û birayên hêja Endamên serkirdayetiya Partiya Demoqrat Kurdistan -Turkiye Xwîşk û birayên hêja malbata ...