أخبار عاجلة

Partiya Pêşverû beşdarî hevdîtina şêwirdariyê dibe

Share Button

Di 21 / 11 / 2020an de Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê beşdarî hevdîtina şêwirdariyê bû ya ku Kongira Niştimanî ya Kurdî KNK û perlemana Kurdistana îraqê vexwendibû.
Heval Ehmed Silêman endamê nivîsgeha rêzanî û nûnerê partiya me di hevdîtinê de tekez kir li ser girîngiya hevrêziyê di navber aliyên kurdî û kurdistanî de di çarçewa rêzgirtina taybetmendiya her parçeyekî ji Kurdistanê , Herwiha pejrandina hemî aliyan ji hevre ku her tevgereke siyasî di her perçakî Kurdistanê de erka wê pêkanîna armancên gelê kurd di perçeyê xwe de be.
Partiya me daxwaz kir ku çi dibe bila bibe divê hemî pirsgirêk û qeyran bi zargotina diyalogê werin çareserkirin.
Herwiha piraniya beşdaran bi wê hêviyê ne ku ev pirsgirêk werin çareserkirin ji ber ku ev nakokî tenê xizmet berjewendiyên dujminên gelê me dikin.

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

حزبنا التقدمي يتقدم بالتعازي للأخ مظلوم عبدي برحيل والدته

برقية عزاء الاخ مظلوم عبدي قائد قوات سوريا الديمقراطية بعد التحية والتقدير : نتقدم اليكم ...