أخبار عاجلة

Hêzên Turkî û çeteyên rikberiya Sûrî xalên hêzên kurdî li Bakurî Helebê topbaran dike

Share Button

Hêzên Turkî û çeteyên bi ser ve vê êvarê herêmên Girê Medîq û bendava Şehba li gundewarê Helebê topbaran kirin , Li gor agahiyên berdest heya bi vê kêliyê tu ziyaneke beşerî tune ye.
Di heman demê de Li hêrêmên Ezaz û Minbicê şer û pevçûnên tund di navbera hêzên Kurdî û grûpên çekdar de derketin.

Li gor zanyariyên şeva derbasbûyî di navbera hêzên Kurdî û çekdarên girêdayî Turkiyê de li Mer Enazê ,Herwiha li eniya Ezazê li bakurê Helebê şer û pevçûn derketiye.

Çavkaniyên xwecihî li wê navçeyê ragihandin ku şer û pevçûn li nêzîk herdu gundên Kefer Kelbîn li başûrê Ezazê û Kefer Hesir li rojavayê wî bajarî derketiye.
Li herêma Minbic jî, şer û pevçûn di navbera şervanên Encûmena Serbazî ya Minbicê û çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê derketiye.
Heta niha herdu aliyên şer tu daxuyanî di derbarê wan pevçûnan de nedane.
Di vê derbarê de , Berî bi du rojan Dewleta Turkiyê bajarokê Zerganê li Rojhilatî bajarê Serê Kaniyê topbaran kir.
Hêjayî gotinêye ku Ev zêdetirî Pazde rojaye êrîşên Turkiyê û komên çekdar navçeyên di bin kontrola Hêzên kurdî de topbaran dike.

Berhevkirin : Dîmoqratî

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

حزبنا التقدمي يتقدم بالتعازي للأخ مظلوم عبدي برحيل والدته

برقية عزاء الاخ مظلوم عبدي قائد قوات سوريا الديمقراطية بعد التحية والتقدير : نتقدم اليكم ...