Daxuyanî
Di 13 – 14 / 12 / 2020an de hejmarek nenas êriş birin ser nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dirbêsiyê û Amûdê , Herwiha di herdu rojên 13 – 14 / 12 / 2020an de êrişî nivîsgehên hin partiyên Encûmena Niştimanî kirin bi armanca têkbirina diyaloga di navber ENKS û PYNKê de.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê van kiryarên ku di xizmet dujminên kurdan de şermezar dikin. Û Em ji layanên asayişê daxwazin ku bi berpirsiyartiya xwe rabin di dermafê van kiryaran de û wan radestî dadgehê bikin , Herwiha em ji herdu aliyan dixwazin derfetê nedin wan kesên ku dixwazin diyaloga kurdî kurdî têkbibin.
Qamişlo 15 / 12 / 2020
Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo