Piştî teqîna otombîla fermandarekî “Elcebhe Elşamiyê / Ebû Mihemed Elhezwanî” çekdaran qedexekirina çûnhatinê li ser navçeya Mabeta ferzkir , Hemî çatrêk û derbasgehên wê jî girtin , Û bi şêweyekî hovane dest bi teror û girtina xelkê kirin , Bi dehan jin û mêr işkence kirin.
Kiryarên ku li Mabeta û li herêma Efrînê bi
seranser çêdibin ji tawanên cengê têne jimartin.
Hêjayî gotinêye ku ji roja dagîrkirina bajarê Efrînê de heya niha gelê me rojane tê girtin , kuştin , talankirin û herdemekê teqînên wisa li herêma Efrînê çêdibin.
Danhev : Pêşverû Efrîn