Di 11 / 1 / 2021an de şandek ji partiya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî-Sûriyê bi serokatiya sekreterê partiyê mamoste Silêman Oso serdana nivîsgeha Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kirin.
Şand ji aliyê hevalên nivîsgeha rêzanî û komîta navendî ve hate pêşwazîkirin . Di destpêkê de hevalên nivîsgeha rêzanî xêrhatina şanda mêvan kirin.
Di hevdîtinê de peywendiyên duqolî yên di navber herdu partiyên bira de hate gotobêj kirin , Herwiha pêşhatên rêzanî li herêmê û bi taybetî mijara diyaloga di navber ENKSê û PYNKê de hatin gotobêj kirin , Û çawaniya derbaskirina pirsgirêk û astengiyên li pêş diyaloga kurdî derdikevin û dubarekirina danheva mala kurdî da ku bighê Lêvegereke rêzanî ya kurdî bi şêweyekî giştî.
Li dawiyê herd aliyan tekez kirin li ser berdewamiya hevdîtinên wisa.
Berhevkirin : Dîmoqratî