أخبار عاجلة

Hevdîtinek duqolî di navber Partiya Pêşverû , Û Partiya Çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyê

Share Button

Roja Şemiyê di 16 / 1 / 2021an de şandek ji Partiya Çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyê serdana nivîsgeha Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li bajarê Qamişlo kirin , Şand ji aliyê hevalên nivîsgeha rêzanî û komîta navendî ya partiya me hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de pêşhatên niştimanî yên sûrî, Û rewşa tevgera kurdî li Sûriyê , Û diyalogên di navber ENKSê û PYNKê de hatin gotobêj kirin , Bi taybetî piştî daxuyaniya balyozxaneya Emerîkî li şamê yê ku tekez dike li ser berdewamiya diyaloga di navber herdu aliyan de.

Endamên şanda Partiya Çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyê hin çalakiyên şanda encûmenê di komîta distorî de û di desteya danûstandinan de anîn ziman , Herwiha tekez kirin li ser pêdiviya diyalogeg  giştî daku hemî kes cihê xwe di nav vê diyalogê de bibîne.

Li dawiyê hevalan ji şandeya mêvan re tekez kirin li ser girîngiya yekîtiya aliyên kurdî bi taybetî di vê dema girîng de di dema wergirtina rêveberiya Emrîkî ji karûbarên xwe re û pêwîste ku ji kurdan re helwesteke rêzanî yekgirtî hebe ji  bûyerên ku li herêmê çêdibin , Herwiha girînge ku lêvegereke rêzanî ya kurdî bi şêweyekî giştî were avakirin.

Berhevkirin : Dîmoqratî

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

منظمة الحسكة لحزبنا التقدمي توزع عددا من السلات الغذائية في مدينة الحسكة

استكمالاً لحملة المساعدات الإنسانية التي قامت بها منظمة الحسكة لحزبنا التقدمي منذ أواخر العام الماضي ...