Çekdarên ser bi Turkiyê ve dest datînin ser 60 zeviyên zêtûnên koçberên Efrînê û 400 darên zêtûnê jî qut kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir ku grûpa çekdar a bi navê (Sultan Murad) di çend rojên borî de dest danîn ser 60 zeviyên zêtûnên gundê Meydankê li navçeya Şera.
Rewangehê diyar kir, zeviyên zêtûnan yên çekdaran dest danîne ser wan, xwediyên wan di dema êrîşa artêşa Turkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Efrînê de bi neçarî koçber bûne.
Herwiha Rewangehê belav kir ku grûpa çekdar a Siqor El-Şam 400 darên zêtûnê li gundê Qizlbaşa yê li navçeya Bilbilê qut kirin.
Hêjayî gotinêye ku ji roja dagîrkirina bajarê Efrînê de heya niha gelê me rojane tê girtin , kuştin , talankirin û li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, Grûpên çekdar zêdetirî (625 hezar) darên zêtûnê birîne.
Berhevkirin : Pêşverû Efrîn