أخبار عاجلة

Civîna hevalên rêxistina partiya me PDPKS li orta Elmanya

Share Button

Di roja şemiyê 13.03.2021 a de û di bîranîna hivdemîn salvegera kujtara 12 avdarê 2004 a de, ya ku hêzên ewlehiya rejîma Sûriyê li dijî miletê kurd kiribû, hevalên rêxistina Elmanya ya partiya ma PDPKS li bajarê Hombergê (Efze) li orta Elmanya civîna xwe ya asayî li dar xistin.

Di destpêka civînê de heval Mustefa Tewfîq endamê desteya birêvebir ya rêxistina me li Elmanya bi gelemperî li ser rewşa rêzanî û pêşveçûnên dawî li Sûryeyê û bi taybetî li ser rewşa miletê kurd û tevgera kurdî li Kurdistana Sûriyê axivî, herweha helwestên partiya me di derbarê hewildanên rawestandina şerê li Sûriyeyê û bidawîkirina dagerkeriya Tirkiyê li Sûriyê û herêmên kurdî da xuyanîkirin, û nerîna partiya me ji guftûgoyên, ku hey niha di nav hêz û partiyên Kurdî de li Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) tên kirin bi erênî nirxand, paşê hevalan bi giyanekî demoqratî gengeşî li ser karê rêxistinî û rêzanî û çalakiyên rêxistina me li Elmanya kirin, û ligel rexne û nerînên cûr bi cûr yên hevalan ji bo pêşvebirina karê rêxistina me li Elmanya civîn bi dawî hat.

Desteya ragihandinê ya rêxistina Elmanya ya PDPKS

13.03.2021z – 2721k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

حزبنا التقدمي يهنئ الأخوة الإيزيديين بعيد رأس السنة الإيزيدية ( عيد الخليقة ).

  يصادف غدا الاربعاء14 – 4 – 2021 عيد رأس السنة الإيزيدية عيد الخليقة وبهجة ...