أخبار عاجلة

Daxuyanî ji bo nerîna giştî di derbarî dagîrkirina Efrînê de

Share Button

DAXUYANÎ

 

Di / 20 / 1 / 2018an de çekên ezmanî yên Turkî dest bi topbarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kir , Herwiha hêzên dagîrkeriya Turkî û çeteyên xwe bi hemî çekên xwe yên giran êrişî Efrînê kirin , Û tevî berxwedaneke pêçayî ji aliyê hêzên kurdî de , Lê dagîrkerên Turk karîbûn bajêr dagîr bikin û di encamê de bi hezaran pakrewan û birîndar û bi sed hezaran gelê me koçber bû ji ber topbarankirina beyalî û ezmanî bi ser herêmê de. Piştî Sê salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rojane rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên Kurd de berdewamin di kiryarên xwe yên ne mirovî de ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , Herwiha girtin , revandin û kuştinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke firehtir li herêmê re were kirin bi armanca cîbicîkirina operasyonên guherîna dîmixrafî li dujî hebûna gelê kurd li Efrînê. Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de vê bêtar û felaketê bi xemgîniyeke mezin di dermafê êş û azariyên gelê xwe de bi bîrtînin , Herwiha em wan cangoriyên ku di ber xak û rûmeta gelê xwe de canê xwe dane silav dikin û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li dijî kurdên Efrînê dimeşîne em şermezar dikin. Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , Deste û Rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi hemî berpirsyartiya xwe rabin , û fişarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , Û koçberiya bi darê zorê rawestîne , Û peydakirina parastineke pêwîst ji bo vegera gelê kurd li Efrînê daku bi xwe rêveberiya xwe bikin. Qamişlo 18 / 3 / 2021 Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

المكتب السياسي للحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا يهنئ انتخاب بافل جلال طالباني رئيسا للاتحاد الوطني الكردستاني

بعث المكتب السياسي للحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا برقية تهنئة إلى الاتحاد الوطني الكردستاني، ...