أخبار عاجلة

Sedîq Mella: ÇÎROK, JI BEXWDANIN… KÊŞIKA RENGÎN

Share Button

Di şêstyê sedsal bîstan ya derbasbûyê(basa faşist)bû desthilatdar li (sûryê)û kiryarin şovîzimê bi xwere anîn qadê û û Di pêşya wan de kiryarê (ereb kirina)deverên Kurdî ya go dihat nasîn((zinara erebî.
Di sala1975 an de (erbê reqqayê û tebgayê) hatin navçeyin Kurdî û Di nav wan de gundê min(kêşkarengîn) ya devere alyan û malê xwe danîn li pesarê gund , lê belê gundyan Ev tişt webûl nekirin û gund û avavayî û av li wan qedexe Kirin û li dijî wan rawestan,hetta neçar bûn û Ji gund barkirin û gundek nû li ba (çil axa) ava kirin bi navê (Herma al mexmûrîn)û dest bi gilî kirin û gotin zevyê me(erdê)me kême û daxesza erdê gundyan kirin yê (hêrk û berçemê gund )û gotin divê ew jî Ji me re bê .
derdora tovê(110)çewalan bû , lê gundyan bi piranî biryar dan û soz dan go vî erdê nedine erban….
Di sala 1981 de erebê mexmûrî alavê çandinyê anîn li nav erdê gundyan bi cî kirin da sibihî dest bi ajotina erdê bikin , Di wê kêlîkê de gundî li wan derketin û bi zimanekî tund gotin:
((Ev erdê meya û em nahêlin win bajûn))
Ew erbên beyanî çûna (navça çil axa )û gilî Kirn û gotin :
Xelkê Gundê kêşikê nahêlin em erdê xwe hilkin..!!!???û em alîkarya we dixwazin.
SIBEHÎ hêzeke giran Ji polîsan û esayşan û bi çekên xwe ve ji hesiça û hettanî dêrika hemko hatin gund û biryar Dan û gotin:
Herin erdê xwe bajon,
Gundyan jî bi şev amadeyên xwe baş kirbûn xwe jêra hazir kirbûn.
Dema biyar Dan erd bajon gundya êrîşî wan kirin û((hemoyê diwîş))wekê şêrekî xwe avête yê şofêrê traktorê anî xwarê û li traktorê siwar bû berê wê da gund , û polîsan êrîşîgundyan kirin û dest bi girtina xelkê gund kirin(jin û mêr) bê cudayî
Hijmara gudyan gihişte(18 mêran) ûderdora (10 jinan)û berê wan Dan Zidana (dêrikê)
Bi Wijdan Ezê bêjim berxwedana xelkê gund û bi taybet (KEÇ û JINA )kurd bû simbol di (cezîra) Roj ava yê kurdistanê de .
Berxwedana (kêşKa rengîn)bû cihê şanazya û kêfxweşya hemû GELÊ kurd û cihê rûreşya (bass faşîst) û pişgirya wan Ji erebkirina deverên Kurdî
re bo erebên hawîr de (Beyanî)….
Lê piştî boyer mezin bû û giha astayek bilind biryar dan ((komîtaewlehya hisiça)) Ji gundyan re û gotin erdê wê ye û kesek nema karê Ji wê bistînê….
Lê (bi rêve berê navça çil axa got û bi zimanekî dirêj:
Heta go biryar pesend bûya Ji gundyan re ezê Jî we bistînim û bidim ereban…??!!!
Di dawê de em sipasya (( rih sipiyên))gûndê kêşikê dikim go karîbûn vê boyera giran û nazik bi rêve bibin û mafê gundyên xwe bi çespînin û bi ser bikevin û dîrokê de navê wan bi zêr werê nivîsandin:((hemoyê hecî-osivê hisên-remezanê hemo-siloyê ebasko-şêxoyê remê haco-ebasê hestên-şiwêşê siloyê ebasko…..))
Sipasyek gern Ji xelkê (dêrika hemko)re û alîkarya wan û xizmeta wan Ji gundyan re Di zîndanê de çi pişgirî û çi xwarin û vexearin û bi taybet(bi rêz mihemed letîf bavê erdwan.
Sipasyek germ ji partyên kurd re go pişt girî û alîkarîya me kirin Ji destpêkê û heta dawî û bi erkê xwe yê netewî rabûn.

Elmanya 21/ 3 / 2021

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

حزبنا التقدمي يهنئ الأخوة الإيزيديين بعيد رأس السنة الإيزيدية ( عيد الخليقة ).

  يصادف غدا الاربعاء14 – 4 – 2021 عيد رأس السنة الإيزيدية عيد الخليقة وبهجة ...