Daxuyanî bi babeta bîranîna (64) saliya damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

Daxuyanî bo raya giştî

Di Çardehê Cehzeranê de bîranîna Şêst û Çar saliya damezrandina partiya meye , Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê , ku di sala1957an de hejmarek ji welatparêzên kurd (Osman Serbrî , Ebdilhemîd Derwîş , Hemzê Niwêran , Reşîd Hemo , Şewket Henan , Mihemed Elî Xoce , Xelîl Mihemed.) yekem partiya rêzanî ya kurdî li Sûriyê damezrandin ji bo pêkanîna hêviyên gelê kurd li Sûriyê , Û da ku bibe amûreke xebatê ji bo berevanaiya berjewendiyên gelê surî bi tevahî û ji bo pêkanîna mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re di çarçewa yekîtiya welêt de bi şêweyên Demoqrat û aştiyane.
Siyaseta partiya me bi rastbîniyê hate nasîn dûrî nerînên teng , Di heman demê de em rijd û mayînde ne di berevaniya mafên gelê me û doza wî ya rewa weke bijardeyeke istratîcî , Herwiha em tekez dikin ku gelê kurd beşeke ji gelê Sûriyê û doza kurdî beşeke ji doza sûrî û di destpêka wê de doza Dîmoqratiyê ye.
Îro piştî derbasbûna şêst û çar salan di ser damezrandina partiya me re û tevî guherînên niştimanî , herêmî û navdewletî û derbasbûna Deh salan di ser qeyrana sûrî re partiya me dibîne ku avakirina dewleteke demoqrat û hemelayen ku hemû pêkhatên civaka surî mafên xwe yên demoqratî , netewî , mirovî pêkbînin ji ber ku ew çareya yekeme ji çareserkirina pirsgirêkên welêt re.
Ji roja yekem de ji rêketina xwepêşandanên cemawerî li Sûriyê partiya me bi hemû aliyên rêzanî û hevrêzên ciwanan re beşdar bû di çalakiyan de ji bo pêkanîna daxwazên gelê sûrî di Azadî û rûmetê de , Lê rêjîmê bi bijardeya ewlehî – leşkerî li beramberî xwepêşanderan rawestî , Ew jî bû sedemek ku hin aliyên rikberiyê çekê hilgirin û encama wê bijardeya leşkerî şerekî navxweyî kujer di welêt de anî meydanê.

Partiya me li ser zimanê sekreterê xwe nemir Ebdilhemîd Derwîş daxwaza kongirekî niştimanî Sûrî kir da ku li sedemên vê qeyranê bigerin û çareseriyeke niştimanî jêre peyda bikin , Lê mixabin kes bi hawara me nehat û ji vir de destwerdanên herêmî û navdewletî di mijara surî de zêde bûn , Û Sûriyê bû meydanek vekirî ji pevçûnên herêmî û navdewletî re û bi amêrên cihêreng.

Piştî derbasbûna Deh salan di ser qeyrana sûrî re hîn tu aso çareseriyê ji aliyê hêzên navdewletî de ji doza siyasî ya surî re tune ye , Herwiha herdu aliyên rêjîm û rikberiyê ne xwediyê biryara xwe ne û vîneke rast li cem wan tuneye ji bidawîanîna vê qeyranê re.

Bi berdewamiya vê qeyranê re rewşa aborî ji sûriyan re bi baş ketiye , Herwiha zagûna qeyser jî bandorek neyênî di jiyana welatiyên sûrî de peyda kir , Û di vê derbarê de em ji civaka navdewletî dixwazin ku êş û azara gelê sûrî sivik bikin û alîkariya wan bikin ji aliyekî de , Û ji aliyekî din de fişarê li ser rêjîm û rikberiyê bikin da ku herdu alî li ser maseyekê rûnin ji bo bicîkirina biryara 2254 da ku ji vê tûnêla reş bi derkevin.
Di dema ku em bîranîna şêst û çar saliya damezrandina partiya xwe bi bîrtînin mixabin rewşa kurdî zor dijware ji berdewamiya perçebûnê ji aliyekî de , Û rawestandina diyalogê di navber partiyên yekîtiya niştimanî PYNK û partiyên encûmena niştimanî ya kurdî li Sûriyê ENKSê ji aliyekî din de û tevî ku herdu alî jî berpirsiyain di ber vê mijarê de , Herwiha herdu jî berpirsiyarin di ber çarenûsa herêmên kurdî di rojên bê de.

Bi vemrandina mûmeke din ji mûmên xebatê em soz didin hevalên damezrêner û xebatkarên ku di dijwartirîn dem de di ber doza kurdî de xebitî ne ku emê berdewam bin di rêya xebatê de ji bo pêkanîna dîmoqratiyê di Sûryê de û pêkanîna mafên netewî yên rewa û dadmend ji gelê kurd re.
– Bijî bîranîna (64) saliya damezrandina partiya me
– Serkeftin ji doza gelê me re

Qamişlo / 12 / 6 / 2021

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

32 منظمة مجتمع مدني تطالب بتطبيق قانون الإيزيديات

عقد (التحالف للتعويضات العادلة) الذي يضم 32 منظمة مجتمع مدني،  مؤتمراً بعنوان (ستة أشهر بعد ...