: Bawerê Omerî: Civat û pîşe û dîrok

Share Button

Dema mirov li dîroka miletê Kurd û pêvajoya pêşketina civaka wî di van herdu sedsalên derbasbûyî de û heya niha temaşe bike. Gelek pêşketin û paşketinê di civat û hişmendiya wî de dibîne. Ji bo nimûne:” Ji sala 1928 heya 1937 a carinan civatek ji heval û dost û hezkerên civatan li mala yekî ji wan li taxekê ji taxên bajarê Amûda şewitî digeriya, te didît yek ji wê civatê mehkê dudiwan nema diyar dibû û cihê wî di civatê de xuyabû, dema yekî pirsa wî dikir û digot:”Ev çend roj in Hemo nema tê civata me, gelo hayê kesî ji we jê heye? Yekî din bersiva wî dida û weha digot:” Yabo! Hemo ji xwe re mizgeftek avakiriye û lê bûye mele, û sê jin ji xwe re anîne û ciwamêr kêf kêfa wî ye.”
Ji sala1937 heya 1960 î carinan civatek ji heval û dost û hezkerên civatan li mala yekî ji wan li taxekê ji taxên bajarê Qamişloka evînê digeriya, te didît yek ji wê civatê mehkê dudiwan nema diyar dibû û cihê wî di civatê de xuyabû, dema yekî pirsa wî dikir û digot:” Ev çend roj in Silo nema tê civata me, gelo hayê kesî ji we jê heye? Yekî din bersiva wî dida û weha digot:” Yabo! Silo nema ji civata me re vala ye, bûye hostê lêkirina xanî û dîwaran û ciwamêr kêf kêfa wî ye.”
Ji sala1960 heya 1970 î carinan civatek ji heval û dost û hezkerên civatan li mala yekî ji wan li taxekê ji taxên bajarê Hisiça Heskiyan digeriya, te didît yek ji wê civatê mehkê dudiwan nema diyar dibû û cihê wî di civatê de xuyabû, dema yekî pirsa wî dikir û digot:” Ev çend roj in Laleşo nema tê civata me, gelo hayê kesî ji we jê heye? Yekî din bersiva wî dida û weha digot:” Yabo! Laleşo bûye hostê sazkirina paporan û nema hayê wî ji bayê felekê heye û ciwanmêr kêf kêfa wî ye.”
Ji sala 1970 heya 1985 a carinan civatek ji heval û dost û hezkerên civatan li mala yekî ji wan li taxekê ji taxên bajarê Kobanî digeriya, te didît yek ji wê civatê mehkê dudiwan nema diyar dibû û cihê wî di civatê de xuyabû, dema yekî pirsa wî dikir û digot:” Ev çend roj in Serbesto nema tê civata me, gelo hayê kesî ji we jê heye? Yekî din bersiva wî dida û weha digot:” Yabo! Serbesto bûye hostê sazkirina wêneguhêzan (Tilviziyonan) û bi pereyan dileyîze û ciwanmêr kêf kêfa wî ye.”
Ji sala 1985 heya 1999 a carinan civatek ji heval û dost û hezkerên civatan li mala yekî ji wan li taxekê ji taxên bajarê Dêrka Hemko digeriya, te didît yek ji wê civatê mehkê dudiwan nema diyar dibû û cihê wî di civatê de xuyabû, dema yekî pirsa wî dikir û digot:” Ev çend roj in Şiyaro nema tê civata me, gelo hayê kesî ji we jê heye? Yekî din bersiva wî dida û weha digot:” Yabo! Şiyaro bûye berber û her roj serê pêncî kesî kor dike û kêf kêfa wî ya.”
Ji sala 1999 heya 2021 ê carinan civatek ji heval û dost û hezkerên civatan li mala yekî ji wan li taxekê ji taxên bajarê Qamişloka evînê digeriya, te didît yek ji wê civatê mehkê dudiwan nema diyar dibû û cihê wî di civatê de xuyabû, dema yekî pirsa wî dikir û digot:” Ev çend roj in Bendewaro nema tê civata me, gelo hayê kesî ji we jê heye? Yekî din bersiva wî dida û weha digot:” Yabo! Bendewaro partiyek ji xwe re damezirandiye û bi serê bavê we kim bûye serûkê wê yê giştî, ah wê rojê bi Mesûdê Barzanî re rûniştibû, û berî mehekê min ew li ser pira çemê Ceqceqê dît, li ser piskilêtê xwe yê pîjo siwar hatibû û sûnd li pêşê min xwar û ji min re got:” Ez ê niha ji vir bi vî pikilêtê xwe herim Kurdistana başûr (Kurdistana Iraqê), di pêşî de ez ê nav herêma Hewlêrê û Silêmaniyê serast bikim û wan lihev bînim, û nîvê Kurdistana başûr ya di bin destê Iraqiya û Eyraniya û Tirkan û çeteyê dewleta islamî de jî rizgar bikim, Paşê ez ê herim Kurdistana rojhilat (Kurdistana Îranê), pêşî ez ê herêma Bextiyariyan û Loran rizgar bikim, bi dûde ez ê berê xwe bidim Kermanşan û Mehabad û Urmiyê û wan jî rizgar bikim, vêca heger piskilêtê min xerab nebe û min li ser çiyayê Zagrosê nehêle, min dilheye, ku ez Kurdistana sor (Kurdistana Qavqasiya) ji bin destêt Ezerî û Ermeniyan rizgar kir, ez ê ji Laçînê berê xwe bidim Kurdistana bakur (Kurdistana Tirkiyê), ez ê ji Qersê heya bajarê Edenê ji bin destêt Roma reş (Tirkan) rizgar bikim, vêca heger piskilêtê min xerab nebe û min li ser çiyayê Torosê nehêle, ez ê ji nû ve ji bajarê Edenê xwe bighênim çiyayê Kurmênc û heger Xwedê ji min re lihev anî, ez ê ji wir ve destpê bikim û Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) ji deriyaya sipî heya bighêje çiyayê Kezwana û Şingal û girê Kewgeh û ava mezin rizgar bikim.”
Bawere-Omeri@hotmail.com
13.07.2021z – 2721k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

32 منظمة مجتمع مدني تطالب بتطبيق قانون الإيزيديات

عقد (التحالف للتعويضات العادلة) الذي يضم 32 منظمة مجتمع مدني،  مؤتمراً بعنوان (ستة أشهر بعد ...