Bawerê Omerî: ji çîrokên pir kurt û dirêj

Share Button

Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû
Hebû berpirsekî giştî yê partiyeke Kurdên Kurdistana
başûrê rojava
Kar û erkê wî ew bû, ku bi siloganan di nav Kurdan de tekoşînê bike, û bi wî karê xwe ava zelal şêlû dikir
Di nav civat û kolanan de xwedêgiravî propaganda ji xwe û partiya xwe re dikir, û bê fedî û bê berpirsiyarî bi dengekî bilind mîna dengê bilbilekî ji nav dehala Simê û ê meleyekî oldar, yê ku sibehê zû ji banga mêjgehê derdikeve, digot:” Partiya me, a girtî û xebatkara ye, em li dîjî rejîma Sûriyeyê tekoşînê dikin û dixwazin Kurdistanê rizgar bikin, û çi kesê bixwaze derkeve derveyî Kurdistanê û Sûriyeyê, em piştgiriya wî dikin, hevalên partiya me tenê mafê penaberiyê li Ewropa û Emerîkayê digrin, ji ber ku girtiyên me tenê hene û yên partiyên din tunene, û bela kesek şaş nebe û penaberiya xwe li ser van partiyên din nede, ji ber ku ew hemû bi rejîmê re kar dikin û dewletên Ewropayî û Emerîkayê mafê penaberiyê nadin wan.”
Bi wê propagandayê, ku ewlehiya rejîma Sûriyeyê dida ber û ew baş fêrî wê waneyê kiribû, dawî nema xwe girt û gaveke din ew bi pêş de ajotin û posteke din jî xistin destêt wî de û ew kirin “qaçaxçî.”
Wê demê hasil giha mûsil, tiştê rejîmê jê dixwest camêr bê dudilî bi cih tanî.
Wî pêşî bi dizî û eşkere malbat û keç û xort li hundirê welat dikirin endamên partiya xwe, û paşê bi pereyan ew derdixistin derveyî welatê wan, û heyanî çend xortên Ereb jî penaberiya xwe li Ewropayê li ser partiya wî dabûn.
Ew karê wî yê kirêt û alîkariya wî di sirgunkirin û valabûna herêmên kurdî de, berdewambûna pirojeya zînara erebî û erebkirina herêmên kurdî li Kurdistana başûrê rojava û Sûriyeyê bû.
Lê, ya herî ku mirov dikenand, ew bû, ku ji sedî not û neh ji heval û endamên partiyên kurdî ên din mafê penaberiyê li derveyî welat û bi taybet li Ewropayê werdigirtin.
Hêdî hêdî bi demê re malbat û keç û xortan derewên wî li derve eşkere kirin, ji ber ku hevalên wî ji sedî heftê tenê mafên penaberiyê werdigirtin, sedem jî ew bû, ku pirên wan dûrî tevgera kurdî bûn, û ti carî karê kurdîtî û rêxistinî û komelayetî di nav civaka kurdî û sûrî de nekiribûn, û yên ku sêsed dolar ya jî mark nedabana partiya wî, piştgirî di dadgehan de nedidanê, û bê mafê penaberiyê diman, ji lewra wî bi wê durûtiya xwe rê da bazirganan li derveyî welat, ku kaxezên piştgiriyê ên sexte li malên xwe çap bikin û bazirganiyê pê bikin.
Vê dawiyê, ew berpirsê giştî qaşo xwediyê bîst hezar pêşmerge bû û şeş alayên wî ên çekdar di nav supahên ne niştiman û ne azad e, bûn, yên ku ji rejîma Tirk û biraderên Musilmanan re çetetî dikirin, û çiyayê Kurmênc û Ezaz û Cerablus û Girê sipî û Serê Kaniyê dagerkiribûn, bixwe penaberiya xwe li dewletekê ji dewletên Ewropayê dabû.
Ew jî wek hemû, yên din bû parsek li devê dergehên dewlemendan, lê hîn jî rexne û şerê partiyên din dikir- û bi dengekî nazik û dilşewat û xemgîn mîna dengê bilbilekî li dehla Sîsebanê û ê meleyekî oldar, yê ku sibehê sû ji banga mêjgehê derdikeve, digot:” Van partiyan bi diktatoriyetê û rêzaniya xwe a şaş, herêmên kurdî li Kurdistana başûrê rojava û Sûriyeyê ji Kurdan vala kirine.”
Şeko meko, navê xwe li hevalê xwe ko.
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.
Bawere-Omeri@hotmail.com
23.08.2021 z – 2721 k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

32 منظمة مجتمع مدني تطالب بتطبيق قانون الإيزيديات

عقد (التحالف للتعويضات العادلة) الذي يضم 32 منظمة مجتمع مدني،  مؤتمراً بعنوان (ستة أشهر بعد ...