أخبار عاجلة

Bawerê Omerî :Tekoşer û xebatkarên pirsa kurdî kî ne

Share Button

Di pêvajoya berxwedana miletê Kurd de gelek serpêhatî û çîrok û destan û stran li ser tekoşer û qehreman û xebatkarên pirsa kurdî û Kurdistanê hatine nivîsandin û gotin. Herweha di gelek rawestgehên dîrokî de rola wan tekoşer û xebatkaran di berxwedan û berevanî û parastina xak û welat û pirsa kurdî de hatine tomarkirin.
Pêwist e nifşên vê sedsalê jî zanibin bê taybetmendiyên wan tekoşer û qehreman û xebatkaran çi bûn, û çawa bi vîn û hêza bîr û baweriyên xwe dikarîbûn ji malbat û miletê xwe re bibin pêşeng û gencîneyeke buha û bi nirx, û navên xwe di dîroka miletê xwe de û rojhilata navîn û cîhanê de bi tîpên zêrîn tomar bikin.
Helbet mirovê tekoşer ticarî zordariyê û dagerkeriyê napejirîne, û ticarî jî nabe alîkar ji zordar û dagerkeran re. Dema ew dibîne, ku kesek ya miletek mafê miletê wî binpê dike, wî ji welatê bav û bavpîran sirgûn dike, ziman û çanda wî qedexe dike, xak û welatê wî wêran û qir dike, fermanan bi ser miletê wî de tîne, zar û zêçên wî bi saxî dixin gorên bi com de. Wê demê ew tekoşer li dijî wan kiryaran serî hil dide û bi dengekî bilind bandike, ku ew vê sitemkariyê li dijî miletê xwe napejirîne. Ji lewra ew ji wê kêlîkê ve li dijî dagerker û sitemkaran dikeve nav kar û xebata parastin û rizgarkirina welat û miletê xwe de, û bê westan berevaniyê di ber maf û pirsa miletê xwe de dike.
Vêca di rewşên weha hestyar û zor de, di bin tirs û mabûn û nemanê de, rojekê di zindanan de girtî ye, rojekê veşartî ye, û pênc rojên din ji heftiyekê jî reviyayî ye. Rojek jî têt, ku ew canê xwe jî di ber pirsa miletê xwe de bide û dibe jî dijminê pirsa kurdî wî bi saxî têxin bi axê de.
Ew tekoşer, xebata xwe ya rêzanî û rêxistinî û civakî û heya ya çekdarî jî bi serbilindî birêve dibe. Gelek caran dev ji malbat û kar û mala xwe berdide û bi roj û meh û salan di nav miletê xwe de karê rêxistinî û rêzanî û civakî dike, û zanist û perwerdeya xwe bi pêş de dide.
Ew her roj li malekê li gundekî li bajarekî li welatekî bi cih dibe, hedana wî nayê û milet û welatê wî di bin destêt dagerkeran de be, tirs li cem wî tuneye, baweriya wî bi siloganan nayê, di xebata xwe de dilxweş û serbilind e, ji tîrên newêrek û dexsok û saloxgeran re serê xwe naçimîne, bi mêranî û dilsozî xebatê ji miletê xwe re dike, maldarbûn, post, şûn û pileyên bilind di dezgeh û rêxistin û partiya wî de ne armanca wî ye.
Ew bi hemû nifşên civatê re dibe heval, belengaz, perîşan, geda, dewlemend, mîr, begzade, şah û padîşah ji aliyê mirovatiyê ve li cem wî di yek asteyî de ne.
Ew ne ji bo xelat û nîşan û diyariyekê bi dest bixe, tekoşînê dike, armanca wî ne dirav û avahiyên bilind û buha ne.
Ew ticarî wek hinekan bi ked û navê êl, malbat, bav, bira, mam, xal, û kurmaman xwe mezin nake, ji ber ew bixwe mirovekî naskirî ye, û xelk wî bi ked û tekoşîna wî di nav milet de nas dikin.
Ew timî ji kîsê xwe debara xwe dike, mirovekî merd e û çav têr e, mal û canê xwe ji bo pirsa kurdî bê hember dide miletê xwe, û xwe li ber kesî kêm nake.
Ew xwediyê pirensîp û biryara xwe ye, tîbûn û birçîbûn nayê bîra wî, kincên nû û payebûn û xweşiya di nav livînên germ û nerm de ne li bala wî ye, şev û roj, serma û germ li cem wî wek hev in, bihna wî pir fireh e, dem û soz û civînên kar û rêxistinî li cem wî pir giring û pîroz in, hemû tîşt li cem wî ji bo maf û pirsa miletê wî ye.
Ew ne ji wan kesa ye, yên ku zû bi zû ji pirensîpên xwe têne xwarê.
Di karê herî dijwar de timî ew li pêş hevalê xwe ye, timî ji bo heval û malbata xwe alîkar e, kêşe û pirsên bi çûk û mezin li cem wî zû çareser dibin.
Ew xwe ji ber berpirsiyaretiyê ticarî nade alî, hevalên wî çi karî li hundir û derveyî welat bidin ber, bê dudilî ew amadeye wî karî bighîne serî, ji ber ew bixwe kadirekî jîr e, û dikare cihê xwe di her asteya karê rêzanî û rewşenbîrî û civakî de dagire.
Ew timî li ser bûyerên rêzanvanî û civakî xwendin û nerînên guncaw ji miletê xwe re pêşkêş dike. Tiştên herî buha di jiyana wî de, milet û al û welatê wî ye.
Ew dixwaze miletê wî zana û jîr û xwenda be û ne kêmî miletên pêşketî be li cîhanê, dixwaze ala kurdî li ser sera û koçkên dewleta Kurdistanê hildayî be, dixwaze welatê wî jî mîna hemû welatên li cîhanê avakirî be.
Ew rêzê li hemû miletên li cîhanê û pêkhatiyên Kurdistanê digre, û ticarî heval û miletê xwe fêrî gir û kîn û çewisandina mafên mirov û miletên din nake, heya rêzê ji dijminê xwe jî digre.
Di dawî de dixwazin bibêjim, ku xwediyên van ezmûnan tenê
tekoşer û qehreman û xebatkarên pirsa kurdî ne.

bawere-Omeri@hotmail.com
23.09.2021 .  – 2721 k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

الرفيق خليل علي داوود في ذمة الخلود

توفي الرفيق خليل علي داوود بافي فرهاد في ٢/١٠/٢٠٢١  بمشفى هولير الدولي في إقليم كردستان ...