أخبار عاجلة

Daxwiyanîk di bîranîna koça dawî ya Mamoste Hemîd Hecî Derwêş de

Share Button

Daxwiyanîk di bîranîna koça dawî ya Mamoste
Hemîd Hecî Derwêş de

Roja 24.10.2021 du sal derbas dibin li ser koça dawî ya hevalê têkoşer mamoste Hamîd Hecî Derwêş, serokê Partiya Demoqratî Pêşverû kurd li Sûrya
Bê goman ew rojek reş bû,miletê me di wê rojê de kesayetîk pir bi rêz,welatperwerek û siyasetmdarek bi nav û deng ji dest da . Em wek partiya Pêşverû û hemû tevgera siyasî ya kurd li Sûrya û li herçar perçê kurdistanê xisarek mezın bû , ji ber ku mamoste Hemîd roleke sereke di avakirina yekemîn Partî li rojavayî Kurdistanê lîst ku di salên 1956 û 1957 de damezrandina ( Partiya Demoqratî kurd li sûrya )wî li Gel Osman Sebrî û Hemze Niwêran dest bi avakirina komên rêxistinê kirin û piştî demek kurt rêxistina Partiyê di nav milet de belav bû û bû hêzek mezin
Mamoste Hemîd ji wê demê de ket rêka xebatê û li gor şîreta Seydayê mezin Cegerxwîn yê ku cara pêşî Hemîd dît ji bavê Hemîd re got : ji îro pêve kurê te wê bibe kurê milet ,û bi rastî wa bû wî da ser vê riya pîroz bi mêrxasî û bi û zanebûn serkêşiya xebata Rexıstınî kir ku berdewam bercewendiya miletê kurd da pêşya çavê xwe.
Hemîd ê nemir dinav rêza milet de bi salên dirêj tevger û têkoşîn kir, ji nêzîk ve derd û êşa miletê xwe naskir û di nav xelkê de jiyan kir û pir zehmetî kişand û ew karê pîroz berdewam kir , çendîn dihate girtin û işkence dît lê tu carî çavê wî û bi hezaran hevalên wî nedişkest , û ma dilsozê daxwazên miletê xwe, lewra di nav milet de hat naskirin û hezkirin
Bi dirêjaiya dehan sal mamoste Hemîd di serokatiya Partya Pêşverû de bi nerînek siyasî ya zelal bergirî di ber mafên rewa yê miletê mede kir di demek pir dıjwar de, û bi saya wê xebatê pir enacamên dîrokî di warê netewî de pêkhatın ,di serî de parastina hebûna kurd di rojên teng de,her wiha ziman û kultûra kurdî,û hestê kurdayetî hat vejandin û pêşxistin, di wan demên teng de rê nehat dan ji tu siyasetên ne durıst re da miletê me bimîne parastî li ser xaka xwe
Em wek hemû heval û dost û hezkiriyên wî bi rêzgirtin bi bîr tînin û li ser wan daxwaz û hêviyên miletetperwerî xebatê berdewam dikin

Partiya Sosyalita Kurdistan – Revebırıya Meclısa dervayı welat
Partiya Pêşverû ya Dimoqrata Kurd li Sûrya ( Revebırya Ewropa )

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

Bawerê Omerî: ji çîrokên pir kurt û dirêj

Hebû tune bû, dilovanî li dê û bavê min û we bû Hebû peyayek, ji ...