Bawerê Omerî: Gundî ye

Share Button

Ligor lêkolîn û nerîn û xwendina zanyarên şûnwaran, mirovên pêşî ji şikeftan derketine û berên xwe dane nav deşt û çol û newalan, û zevî û mêwe û genim û ceh ji xwe re çandine û çinîne, û paşê gund û bajar ji xwe re avakirine.

Ji wê demê ve û heya roja îroj her civatek hîşmendiyeke xwe ya taybet hebû.  Ew kesên li gundan niştecî dibûn hişmendiya wan ne wek ya wan kesên li bajaran niştcî bibûn.

Karên gundiyan yên rojane pir dijwar bûn, ji bo mabûn û jiyaneke xweş timî di qayîş û kêferatê de bûn, rojên xwe hemî di nav zevî û dehil û pexçe û bênder û lodeyan de derbas dikirin, dewar xwedî dikirin, û danê êvaran jî mêr li odeya gund diciviyan û li çîrok û serpêhatî axaftinên mezin û oldar û zanayên xwe guhdar dikirin, û karê herî giran yê jinan bû, û ji deh panzde gundan dibistan li gundekî tenê hebû, û gundên bê dibistan pirên zarokên wan bê xwendin diman.

Ji sedsala dehan ve heya hîjdeh û nozdeh û bîstan jî xwedin di nav gundiyan de pir kêm bû, heger heba jî bi gelemperî xwendina olî bû.

Ew rewşa xwendinê û nexwendinê heya dawiya sedsala bîstan jî di hin herêm û navçeyan Kurdistanê de hebû. Ji lewra wêneya jiyanê ya xwezayî li cem gundiyan hatibû sînorkirin.

Di pirên wan gundan de û bi taybet ên li Kurdistana başûrê rojava, oldaran û mezinên gund, gundî ji pîrevok, meçêtir, mar, dêw, Xwedê, firişte, pêxember, pirtûkên olî, şevên reş, şêx, seyid û meleyan ditirsandin, bi şev û roj laşên gelekan ji gundiyan ji saw û tirsan di nav livînan de dilerizîn.

Di her gundekî de xwendevanek dudo, mêrxasek dudo, welatparêzek dudo, kurdperwerek dudo hebûn, bi zanebûn û jîrbûn û mêrxasiya xwe dibûn pêşeng ji rûniştvanên gund re, herweha hejmareke pir mezin ji nezan û tirsonek û yên fedyokî û sersam jî hebûn, dubendî û sêbendî jî hebû, şerê nav malbat û êlan jî pir bû, dizî û keleşî jî hebû, bêbextî û nerastî, gelacî û dijminatî, dexsokî û kuştina li ser zarokekî, jinekê, mirîşkekê, zevî û kûçikekî jî di nav wan de hebû.

Ji ber van sedeman pirên gundiyan li hev ewle nedibûn, di sitendina biryaran de timî dudilî li cem wan hebû. Ev jî nîşana paşdemayî û ne aramî û tevliheviya di nav civaka wan de bû.

Dema yek ji bajar diçû gundekî, gundî tev lê kom dibûn, û bi girnijîn û rûgeşî û rûmetgirtin û rêzdariyeke taybet pêşwaziya wî dikirin.

Gundiyan bawer dikirin, ku ev mêvanê bajarî gelek pêşketî ye û gelek tiştan dizane û bi gelekî ji wan jîrtir e. Ji lewra wan gelekî bala xwe didan kuncil û peyiv û axaftinên wî, û xwe timî kêmî wî didîtin.

Di dawîya sedsala bîstan de gelek ji gundiyan bi sedemê xwendin û kar bi malbatên xwe ve li bajaran niştecî bûn. Gelek ji wan di destpêkê de newêrabûn zû bi zû têkiliyan bi xelkên nav bajaran re bikin, ji ber ku di nerîna wan de hemû xelkên li bajaran mezin bûne, sibehê ta bi dawiya şevê demên xwe li meyxane û çayxane û sînemeyan derbas dikin, serserî û kabçî û serxweş in, û hevaltiya bi wan re şerm e û pir zor e.

Bi hatina xwe re, rêzik û qewat û gerdişên xwe yên taybet jî anîn nav bajaran, û heya bi welatê Ewropa û Emerîkayê jî bi xwe re birin, ji ber wan nikarîbûn zû bi zû dev ji gundîtiya xwe berdin, jiyana wan ya li bajaran jî ya gundiyan bû, û ji wan re tevlêbûn û danûstandin bi bajariyan re pir zor bû.

Ji wan rêzikan a herî wêran “dubendî” bû. Ji bo tolê ji hev hilînin, bendek ji wan bi lez dibûn çeteyên desthilatdariyên ewleyî û saloxgeriyê, û benda din dibûn sîxur û nokerên nehênî di nav nişteciyan de, û herdu alî bi hesanî dibûn endamên partiya Elba,is, û li dijî pirsa miletê xwe û ji rejîma Şam û Bexdayê re berdestî dikirin.

Mexabin, ku wan gundiyan li bajaran jî dev ji hişmendiya dubendiya xwe bernedidan.

Tenê ew çend kesên xwendevan û mêrxas û welatparêz û kurdperwer dikarîbûn riwên gundiyên xwe li bajaran sipî bikin û bi serbilindî berdestiyê ji miletê xwe re bikin.

Nişteciyên li bajaran ji peyv û axaftin û cilûberg û têkiliyên taybet yên gundiyan ji dûr ve ew nas dikirin.

Gelek caran bajariyan ji wan kesên, ku zû di babetan de tênedighiştin, digotin:” De dev jî wî berdin lo, ew gundî ye.” Carinan jî digotin:”Here baba here, tu hîn gundî yî, hîn gelek ji te re divêt, heya tu bibî mirovekî pêşketî.”

Bawere-Omeri@hotmail.com

23.12.2021 z – 2721 k

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

DAXUYANÎ JI NERÎNA GÎŞTÎ RE

Di dîroka 20 / 1 / 2018an de balafirên Turkî dest bi tpobarankirina navenda bajarê ...