DAXUYANÎ JI NERÎNA GÎŞTÎ RE

Share Button

Di dîroka 20 / 1 / 2018an de balafirên Turkî dest bi tpobarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kirin. Herwiha hêzên dagîrkeriya Turk û nandozên artêşa niştimanî ya Sûrî bi hemû çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîrkirin di encamê de bi sedan pakrewan û bi deh hezaran ji gelê me koçber bûn ji ber tpobarankirina beyalî û ezmanî bi ser herêmê de.
Piştî Çar salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên kurd de di kiryarên xwe yên ne mirovî de berdewamin ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , herwiha girtin , revandin û kuştinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke firehtir di nav kurdan re were kirin û guherîna dîmixrafî li Efrînê pêk bînin.
Siyasetên ku dewleta Turkiyê dimeşîne ew siyaseteke pilankiriye ji bo tunekirina gelê kurd û berdewamiya pilanên wê ye ji dagîrkeriya xaka Sûrî re.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê vê bêtar û felaketê bi xemgîniyeke mezin di dermafê êş û azariyên gelê xwe de bi bîrtînin , herwiha em wan cangoriyên ku di ber xak û rûmeta gelê xwe de canê xwe dane silav dikin û bi bîra xwe tînin , û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li herêmê dimeşîne em şermezar dikin.
Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , deste û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erk û berpirsyartiya xwe rabin , û fişarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , û peydakirina heyamek erênî û parastinek pêwîst ji bo vegera gelê kurd li Efrînê.

20 / 1 / 2022

  ivîsgeha Rêzanî ya

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

الدكتور ضياء رجب يهدي مجموعة من كتبه القيمة لمكتب حزبنا التقدمي ” مكتبة فرهاد جلبي ” في قامشلو

زار الدكتور ضياء رجب والكاتب والباحث الكردي دلاور زنكي مكتب حزبنا التقدمي الكردي في سوريا ...