Hişmend Şêxo : Roja zimanê zikmakî – Xwendinek di rewşa Zimanê Kurdî de

Share Button

Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê de heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew yek jî di dewlemendiya zimên de ya hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan şaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewşên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.
Di 21’ê Sibata sala 1952’an de hejmarek ji xwendekarên Bingladiş li zanîngeha Pakistanê xwestin ku bi zimanê xwe yê dayîkê baxivin, lê rastî êrîşa polîsên Pakistanê hatin. Piştre wan êrîşên polîsan şermezarkirin û dest bi çalakiya girava birîçbûnê kirin. Lê vê carê polîsên Pakistanê bi guleyan êrîş xwendekaran kirin û di encamê de hejmarek ji wan jiyana xwe ji dest dan.
Lewre di sala 1999’an de Rêxistina Navnteweyî ya Cîhanî ( UNESCO ) roja 21’ê Sibatê weke roja zimanê dayîkê yê cîhanî diyar kir.
Zimanzan wiha pênasiyê bi zimên dikin :
Ziman ne tenê ji bo axavtinê ye , lê belê ziman emrazekî têkilî , û danûstandinê ye. Ziman emrazeke ji bo pêşxistin û parastina çanda netewî ye.
Zêdetirî Şeş hezar û Hefsid ziman di cîhanê de hene. Heya salên 1950 de ji zêdetirî 200 ziman li vê herêmê û 184 ziman li cîhanê bi awayekî herî kêm ji aliyê 10 kesan ve hatiye axaftin.

Netewa Kurd jî xwedî zimanekî dewlemend e di dîroka Rojhilata Navîn de heya niha jî zimanê kurdî rastî êrîşan tê. Zimannasên Zimanê Kurdî diyar dikin ku dagîrkerên Kurdistanê herdem xwestine rê li ber pêşkertina Zimanê Kurdî bigrin û bidin pişaftin.
Zimanê Kurdî zimanekî têr û serbixwe ye , herwiha gelê kurd xwedî dîrok û çandek kevin e di nav gelên rojhilat de.
Zimanê Kurdî ji çend zaravayên weke Kurmanciya Jorîn , Kurmanciya Jêrîn , Naverast û Goran. Lê heya niha zimanê me di aliyê nivîskî û wêjeyî de nebûye zimanekî hevbeş.
Di vê çarçewê de lêkolînerên zimanê kurdî wisa dibînin û dibêjin :
Ji encama sedemên xaknîgariya welatê me hêştiye Kurdistan ji aliyê deşt û çiyan ve were dorpêç kirin. Herdem Kurdan xwe parastiye û tevlîbûna xwe ya ji bo derve kêm çêkiriye. Ji ber vê yekê şêwaz û axaftina herêm û navçeyan ji hevdu cuda ne.
Di aliyê rêzanî de jî parçebûna kurdan yek ji sedemên bingehîn û serekeye ku zaraveyê Zimanê Kurdî ji hev cuda bûne. Heya niha jî Kurdistan ne bûye xwediyê standartekî rêzanî.
Di dîrokê de tu caran êrîş û dagirkerî li ser gelê kurd û Zimanê Kurdî kêm nebûye. Lê herdem gelê kurd bi vînek ji polat li dijî van êrîşan xebat kiriye û li berxwe daye.

Rewşa Zimanê Kurdî li her parçeyekî Kurdistanê

Li Kurdistana Bakûr dewleta Tirk siyasteke hovane li ser gelê kurd dida meşandin û peyva Kurdistan qedexe kirî bû.
Lê piştî damezrandina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê dest bi xebat û têkoşînê bû , niha li Bakûr zimanê kurdî heya bi astekê cihê xwe girtiye , û gelek Rojname, Kovar û Tv bi Zimanê Kurdî hene.
Li Kurdiatana Rojava jî tevî siyasetên Erebkirin û tunekirina kurdan di vê rewşa zehmet û dijwar de gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî bi hişmendî xebata xwe dikir û zimanê xwe diparast , û bi taybetî piştî bayê guherînê li Rojhilata Navîn destpêkir û giha Sûriyê gelê me di aliyê zimanê kurdî de gelek deskeftiyên mezin bidest xistin, ji dibistanên seretayî de heya bi zanîngehê. Herwiha li hersê herêmên kurdî Efrîn , Kobanî û Cizîrê peymangeh û zanîngeh hatin vekirin. Herwiha Rojname , Kovar û pirtûk bi zimanê kurdî çap dibûn.
Di vê derbarê de hêjayî gotinê ye ku li vê dawiyê bi biryareke fermî beşê zimanên niştimanî hate vekirin û Zimanê Kurdî bi awayekî fermî li Peymangeha bilind a zimanan li Zanîngeha Helebê tê fêrkirin.
Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîna gelê Kurd berdewam bû di aliyê xwendin û nivîsandina kurdî de. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi Zimanê Kurdî hatin çapkirin.
Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê gelê me deskeftiyên mezin pêkanîn.
Di rewşa niha de li her çar parçeyên Kurdistanê girîngiyeke zêde bi Zimanê Kurdî heye. Niha di hemû astên jiyana rojane de weke tendrustî, rêzanî, ragihandinî, aborî, û hunerî de Zimanê Kurdî tê bikaranîn.
Lê ji ber ku Kurdistan çar parçeye û heya vê kêliyê jî siyasetên tunekirinê li ser gelê me dimeşînin û zimanê me didin pişaftin , lewre kurd di welatê xwe de mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin. Mixabin Ev jî pirsgirêk û derdekî mezine.
Li dawiyê ez roja zimanê zikmakî li tevahî gelên Cîhanê û gelê Kurdistan pîroz dikim û bi taybetî ez li hevalên xwe yên Mamoste , Nivîskar , Zimanzan û Zimanhezên Zimanê Kurdî pîroz dikim û dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir ji bo parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî ji ber ku :
Hezkirina zimên
ji hezkirina welête
Parastina zimên
ji parastina welête

Bijî Zimanê Kurdî
Bi hêviya jiyaneke serkeftî ji were û pêşerojeke ronaktir ji Zimanê Kurdî re.

21 / 2 / 2022

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

الدكتور ضياء رجب يهدي مجموعة من كتبه القيمة لمكتب حزبنا التقدمي ” مكتبة فرهاد جلبي ” في قامشلو

زار الدكتور ضياء رجب والكاتب والباحث الكردي دلاور زنكي مكتب حزبنا التقدمي الكردي في سوريا ...