أخبار عاجلة

Peyama Newrozê

Share Button

Her sal di Bîst û Yekê Avdarê de gelê kurd cejna xwe ya netewî (Cejina Newrozê) pîroz dike, ev roja dîrokî vîna gelê kurd û daxwaza wî di rizgarî û jiyanek azad û bi rûmet de nîşan dide û pêk tîne. Qehremanê serhildêr Kawayê hesinkar pilêseya azadiyê bilind kir û karîbû bi girseyên gel dawî li zordestiya “Ezdehak” bîne lewre bi vê serkeftinê xelk daketin nav hembêza xwezayê ev roja şahî pîroz kirin, ji ber ku mizgîniya biharê ye piştî zivistana dijwar û wek destpêka serdemeke nû û destpêka sala nû ya kurdî “Sersala kurdî” tê naskirin.
Ey gelê me yê xebatkar
Cejna Newrozê li me dibe mêvan û qeyrana Sûrî berdewam e û dikeve dehsala xwe ya duyem, û hîn qeyrana sûrî bandora xwe di jiyana hemwelatiyên Sûrî de dike bêyî ku tu aso ji çareserkirina vê qeyranê re were dîtin. Û bi vêxistina şerê Rûsiya û Ukraynaya de rewşa rêzanî li cîhanê bi tevahî û li Sûriyê bi taybetî hîn aloztir kir.
Ji vir de divê were tekez kirin wek me gelek caran û di her babetekê de gotiye û niha jî em dibêjin : Tu bijarde li ber gelê sûrî nînin ji bilî gotobêj û sezana niştimanî ku mafên hemû pêkhatên civaka sûrî di destûreke nû de were parastin.
Di heman demê de em bang li tevgera rêzanî ya kurdî dikin ku encamên siyaseta xwe ya berê binirxîne û bi taybetî piştî dagirkirina Efrîn , Serê Kaniyê û Girê Sipî. Herwiha pêdawîstiyên jiyana rojane, nemaze buhabûna kelupelên xwarinê û pêdiviyên sereke û pêla koçberiyê û gelek babetên din ên ku me di nava bahozan de dihêlin. Ji ber vê yekê pêwîste em li ser maseyekê rûnin û li xwe vegerin û encamên siyaset û helwestên xwe wek tevgereke rêzanî binirxînin, vê siyasetê bêtar û felaket bi serê gelê kurd de anî , û piştre divê lihevkirin li ser xalên bingehîn ên di derbarê yekrêziyê de were kirin da ku her kes daxwazên gelê kurd di Sûriyê de zanibe , û ji bo parastina taybetmendî û serxwebûna biryara kurdî ya sûrî û kar ji bo avakirina şandeke kurdî serbixwe ku nûneratiya Kurdên Sûriyê di her demê de bike, û bi taybetî beşdarbûna di danûstandinên Cinêvê de li gor biryara navdewletî (2254) an Astana, û bêyî bidestxistina asta herî kêm ji bo têgihiştineke wiha, em wisa dibînin ku em di çarçeweke girtî de digerin û emê poşmam bibin lê poşmamî fêde nake.
Bi vê babetê em germtirîn silav û pîrozbahiyan li gelê xwe yê Kurd û Sûrî dikin û em bi wê hêviyê ne ku Newroza îsal dawiyê li êş û azarên gelê Sûrî bîne. Herwiha em bang li gelê xwe dikin ku êgir li kolanan vênexin û Newroza xwe bi vêxistina mûman li ser eywanên xaniyan û bi şêweyekî şaristanî cejina xwe vejînin û pîroz bikin.

Bijî Newroz nîşana serxwebûn û azadiyê

19-3-2022
Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد من الديمقراطي 618

صدر العدد الجديد  من جريدة الديمقراطي ( 618 ) التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي ...