أخبار عاجلة

Bawerê Omerî: ji çîrokên pir kurt û dirêj

Share Button

Hebû tune bû, dilovanî li dê û bavê min û we bû
Hebû peyayek, ji Kurdistana başûrê rojava bû, li başûrê Efrîqyayê ji xwe re kar dikir
Piştî çend qurûşekî wî çêdibe, rojekê li serê wî dixe û tê bîra wî, ku partiyeke kurdî serbixwe, demoqrat, azad, pêşketî û parêzvanê xak û jin û zarokan li wir damezirîne.
Dawî navê wê kir “partiya kêzik û çirçirkên Kurdistan – Sûriye” 14.06.1957” û di 31.12. 2021 an de demjimêr 01:00 ê nîvê şevê damezirandina wê ragihandibû.
Mebesta wî ji wê damezirandinê ew bû, ku Kurdistanê di çend roj û mehan de rizgar bike, û hinekî serê miletê Kurd ji şer û pevçûn û nakokiyan vehesîne
Wî serûkî di wê rojê de sûnd xwaribû, ku partiya wî ne dolar û Euro, ne pereyên sûrî û ne yên tirkî, ne yên iraqî û ne yên eyranî, û ne jî yên ermenî û ezerî ji destêt kesî negre, herweha di kongirê partiya xwe yê yekem de digot:” Nema qîma me bi van diravên kevn têt, ez niha li pêş we sûnd dixum, ku ji bilî pereyên Bitcoin pêve ti pereyên din ji destê kesî negrim.”
Piştî navê xwe û partiya xwe li ser rûpelên Facebook û Twitterê ragihand
Bi hezaran ji Kurdên Kurdistana başûrê rojava di şev û rojekê de bûn endam û hevalên wî
Wan biryareke herî giring di kongirê xwe yên yekem de sitandibûn, ew jî ev bû, ku wê her sal endamên wan rû û tilî û nenûkên xwe reş bikin û berçavik û pêlav û kuncilên reş li xwe bikin û di şeveke reş û tarî de şahiyekê ji bo bîranîna damezirandina partiya xwe li dar bixin
Xwedayê Kurdan çavên endamên vê partiyê kor kiribû û guhên wan ker kiribû û qima xwe bi çil partiyên li Kurdistana başûrê rojava (Kurdistana Sûriyê) ne tanîn, û di civatên xwe de propaganda ji partiya xwe re, ya ku li Efrîqyayê hatibû damezirandin, dikirin
Li hemû deveran pesnê berpirs û partiya xwe didan û digotin:” Ev e ew partî, ya ku heya niha miletê Kurd li benda wê
bû. Ev ew partî ye, ya ku wê yekîtiya miletê Kurd ragehîne û serxwebûna Kurdistanê di şev û rojekê de ji me re werîne. Ev partî, paşeroja me ye, dev ji van partiyên kevneşopî berdin! Ew derewan li miletê xwe dikin, wan heya niha nikarîbûn kolanekê û gundekî ji Kurdistanê rizgar bikin, nikarîbûn xwe bighênin ser heyv û behramê, ma ev ne şermenke herî mezin e, ku miletê me ji ber van sedeman li dawiya miletên cîhanê maye? Her bijî û sed hezar carî bijî partiya me li başûrê Efrîqyayê, dengê çepkên xwe bilind bikin! Hevalno.”
Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş
03.07.2022

Share Button

عن PDPKS

Warning: Division by zero in /storage/content/74/1006274/dimoqrati.info/public_html/wp-includes/comment-template.php on line 1388
x

‎قد يُعجبك أيضاً

التقدمي يدين ويستنكر قتل السيدة جينا اميني

تصريح مرة أخرى أقدمت السلطات الإيرانية على قتل مواطنة كردية بحجج وذرائع واهية وبعيدة عن ...